Bi rêjeya %85 geştûguzarî kêm kiriye

kurdistani 01:00 PM - 2014-12-18
Bi rêjeya %85 geştûguzarî kêm kiriye

Bi rêjeya %85 geştûguzarî kêm kiriye

Komeleya xwaringehan û mêvanxaneyan bi hevkariya birêvebertiya geştûguzariya Silêmanî îro 18/12/2014 bi mebesta zanîna sedema kêmbûna geştûguzarê li herêmê konferansek saz kirin.

Serokê Komeleya xwaringehan û mêvanxaneyan Hacî Kurde ji PUKmedia`yê re ragihand: Bi rawêj li gel hejmarek ji kesên şareza û pispor di biwarê geştûguzarê de û jib o danîna planekê piştî rûdanên ewlekariyê yên vê dawiyê daku em bikarin rêjeya geştûguzariyê zêde bikin me projeyek jî asmade kiriye.

Ew jî diyar kir ku, di sala 2011`an geştûguzarî gelekî zêde bibû her piştî wê jî parêzgeha Hewlêrê bi paytexta geştûguzariya erebî hate destnîşan kirin û di sala 2013 ta meha 6 ya îsal bi rêjeya %7 bi berdewam zêde dibû.

Hacî Kurd ragihand: Lê belê piştî rûdanên ewlekariyê yên vê dawiyê bi rêjeya %85 geştûguzarî kêm kiriye.

PUKmedia/Sefîn Ehmed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket