Dr. Fuad Masûm: Misir dostekî giring ê Êraqê ye

kurdistani 11:13 AM - 2014-12-18
Dr. Fuad Masûm: Misir dostekî giring ê Êraqê ye

Dr. Fuad Masûm: Misir dostekî giring ê Êraqê ye

Serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masûm dupat kir ku hevkariyên di navbera Êraq û Misrê de di biwarên emnî û serbazî div ê demê de gelekî pêwîste bo berengariya terorê, her weha harîkariya navbera herdu welatên bira di biwarên veberhênan û alogora tiwane û şarezabûn de.

Ev daxuyaniyên Dr. Fuad Masûm di nava pêşwazîkirina wezîrê derve yê Misrê Samih Şûkrî û şanda pêre ku duh 17/12/2014 li koşka selam li Bexdadê birêveçû de hat.

Wezîrê derve yê Misrê di hevîdtinê de silav û rêzên serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî gîhande serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masûm û têde serkeftin di karên wî de xwest ku die v şert û mercên dîrokî ku Êraqê rûberûyê metirsiyên terora DAIŞ bûye.

Samih Şûkrî, rola giring a serokomar Masûm jî di pêşxistina pêwendiyan li gel welaatên cîran û Misrê de bi bilind nirxand ku div ê demê de pêwîste hemû welat hevkarê hevdu bin anî ziman.

Ji aliyê xwe ve jî serok Masûm diyar kir ku Êraqî bi hemû pêkhateyên xwe rêkeftin kirin ku pêkve kar bikin, her weha hikûmet jî karên cidî dikin bo bicîanîna lihevhatina giştî û gavên baştir dê bêne avêtin.

Li dawiyê jî serokomarê Êraqê silav û rêzên xwe bi rêya wezîrê derve yê Misrê ji serok sîsî re şand û daxwaza serkeftinê jêre xwest di rêvebirina Misrê de û zêdetir berve pêşvebirina wî welatî de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket