Joe Biden: Pêşmerge hêviya hemû cîhana azade
kurdistani 09:42 AM - 2014-12-18Cîgirê serokê Emerîka Joe Biden
Duh bi êvarê 17/12/2014 Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekbuyî ya Emerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê ve peywendiyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir.
Di peywendiya telefonî de Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekbuyî Emerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne serkeftineke ber bi çav bi dest bînin û sersamiya xwe bi şiyan û azayetiya Pêşmerge nîşan da.
Cîgirê Serokê Emerîka carekî din piştgîriya Hikûmeta Emerîka li berengarbûna terorîstan de ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku hûn hêviya hemû cîhana azad û wan hemû kesane ku dijî terorê ne, ji bo wê yekê hevpeymaniya navdewletî li piştevaniya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Joe Biden di derbarê derxistina navê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji lîsta reş ragihand ku ev demeke dirêje em bi xwe û Kongres kar li ser vê babetê dikin, ji ber ku birastî danîna navê wan dû partiyên Kurdistanê li wê lîsteyê de karekî gelek ne bi cîh û ne hêja bû û xweşbextane piştî hewldanan niha Kongres bi yasa wê yekê çespand ku nedibûya navê wan dû partiyan li wê lîsteyê da bê û bi fermî navê wan ji lîsteyê hate derxistin û eve jî dibê sedema hêsankarî û rê xweşker ji bo pêdana vîzeyê bi endamên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê.
Li beranber da Serok Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya xwe ji bo Serok Obama û birêz Biden û gelê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî derbirî ji bo wan piştgîriyên ku pêşkêşî gelê Kurdistanê kirine û ragihand ku ew piştgîrî û hevkarî hêzeke zêdetir daye gelê Kurdistanê, bi taybet jî beşdarîkirina hêzên asmanî ya hevpeymanan bandoreke xwe ya zêde hebûye.
Her li vê peywendiya telefoniyê da rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê jî hate nirxandin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19