Waşinton dê peywendiyên xwe ligel Koba normal bike

kurdistani 08:40 PM - 2014-12-17
girtiyê Emerîkî Alen Cros

girtiyê Emerîkî Alen Cros

Koşka Spî îro çarşemê 17 / 12 / 2014`e ragihand ku Waşinton dil heye peywendiyên xwe li gel Koba normal bike û ambargoya bi ser Hevana de ji salên 1961 ve daniye sivk bike.

Berdevkê koşka Spî Arnest Coş di kongireyek Rojnamevî de ragihand ku Serok Emerîka Barak Obama wê di rojên pêşde guhartinên ber bi çav derbarê Koba de raghêne û hewlbide di asta yekem de gav bi gav peywendiyên di navbera herdu welatan normal bike.

Arnist da xuya kirin ku wê herdu alî di demek nîz de pirsa vekirina balyozxaneya Emerîka li Hevana ku ev ji sala 1961 de hatî girtin gotebêj bikin.
DYE plan dike li ser asteke bilind dest bi danûstandinan li gel Koba bike û jinûve peywendiyan ligel ava bike.

Weku gavên erênî Koba welatiyê Emerîka Alen Gors ê bi tewanbariya sîxûriyê hatî girtin serbest berda û ji aliyê xwe ve Emerîka sê sîxûrên Kobî azad kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket