Hêzên pêşmerge 8 gund rizgar kirin

kurdistani 07:30 PM - 2014-12-17
Hêzên pêşmerge 8 gund rizgar kirin

Hêzên pêşmerge 8 gund rizgar kirin

Fermandariya rojavayê Dicleyê ya hêzên pêşmerge ên kurdistanê di beyannameyekê de ragihand ku îro 17/12/2014 hêzên pêşmerge li navçeya Zumarê 8 gund rizgar kirin.

Di beyannameyê de hatiye îro çarşeme danê sibehê hêzên pêşmerge li başûrê Zumarê êrişî navend û baregehên DAIŞ kirine û derbeyên giran li wan xistine.

Hêzên pêşmerge di wê operasyonê de gundên (Feqîrok, Kirkamiş, Kobankê, Honkê, Karêz, Qisrîc, Biroştîn a mezin û ya biçûk) rizgar kirine. Her weha jî hêzên pêşmerge çerxrêya di navbera Musil û navçeya Kesk ya li ewênatê û Zumarê kontrol kirin.

Hêjayî gotinê ye ev operasyona pêşmerge ûserkeftinên ku bi dest xistin bo bilindkirina û pîrozkirina roja ala Kurdistanê bûye.

PUKmedia/Fermandariya rojavayê Dîcle

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket