Hêro Îbrahîm tekez li ser yekîtiya di nav YNK`ê de kir
kurdistani 08:16 PM - 2014-12-16Hêro Îbrahîm tekez li ser yekîtiya di nav YNK`ê de kir
Endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed îro sêşemê 16 / 12 / 2014`e li Hewlêrê
serdana malbena 3 ya rêxistinên Yekîtina Nîştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir.
Li malbendê endamê mekteba siyasî ya YNK`ê û berpirsê malbendê Rizgar Elî Heme û endamên kargêr ên malbandê û li nivîsgehên YNK`ê li Hewlêrê û her yek ji kadrên pêş û pêşmergeyên dêrîn yên YNK`ê Burhan Saîd Sofî û Osman Banîmêranî pêşwazî li Hêroxan kirin.
Di hevdîtinê de bi giştî rewşa birêvebirî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê û navçeyê hate nirxandin, ji aliyekî din ve rewşa navxweyî û yekrêziya di nav YNK`ê de hate gotebêj kirin, alî ligel hev rêkeftin ku di helûmercan de be divê yekrêziya û yekgirtina di nav YNK`ê de bête parastin.
Her wiha di hevdîtinê de rêkeftina di navbera aliyên siyasî de derbarê postên birêvebir li Parêzgeha Silêmaniyê de lidarket hate gotebêj kirin, ji aliyê xwe ve beşdarvanên hevdîtinê bi dilxweşî pêşwazî li rêkeftinê kirin û diyar kirin ku ew hêvîdarin ev rêkeftin bandoreke erênî bi ser parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê bike û bibe dest pêkek li ser hîma wê hemû alî li parêzgehên Herêma Kurdistanê li gor pirensîpa aliyê din pejrandin, kar û tevger bikin.
Di hevdîtinê de pirsa rewşa tendirustiya serok Mam Celal hate kirin, Hêroxan ji aliyê xwe ve amadevanên hevdîtinê ji ber rewşa tendirustiya serok Mam Celal dilniya kirin û tekez kir ku rewşa Serok Mam Celal li Kurdistanê bi piştevaniya xudê û çavdêriya dixturan başe.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25