Adil Murad pêşwazî li şanda nivîskar û rewşenbîrên Rojava kir

kurdistani 08:07 PM - 2014-12-16
Adil Murad pêşwazî li şanda nivîskar û rewşenbîrên Rojava kir

Adil Murad pêşwazî li şanda nivîskar û rewşenbîrên Rojava kir

Sekreterê encumena navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad roja duşemê 15 / 12 / 2014`e li barageha encumena navendî pêşwazî li şanda Yekîtina Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kir.

Sekreterê encumena navendî ya YNK`ê Adil Murad bi dilxweşî pêşwazî li şanda mêvan kir û tekez li ser rola rewşenbîr û nivîskarên Kurd di piştgirî kirin li şoreşên Kurdistanê de kir û da xuya kirin ku di hemû qoxan de ji dîroka Kurd nivîskar û rewşenbîr xwedî roleke girîng bûn di piştgirîkirin ji şoreşên gelê Kurdistanê re û bal kişand ser bi girîngiya vê qonaxê ji Kurdistanê re bi giştî û bi teybet ji Rojavayê Kurdistanê re.

Adil Murad bang li rewşenbîran kir ku sûd ji kêm û kurtiyên şoreşên Kurdistanê û tevgerên rizgarîxwaz yên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bigirin û tekez li ser wê yekê kir ku pêwsîte di vê qonaxê de serkeftinê ya gelê Kurd be û daxwazên gelê Kurd bêne cîbicî kirin.

Ji aliyê xwe ve şanda mêvan rola rewşenbîr û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi giştî û bi teybet encumena navendî di piştgirî kirin li tevgera çandî de ya Kurdistanê bi giştî de berz nirxandin û cexit li ser wê yekê kirin ku divê piştevanî li Rojavayê Kurdistanê berdewam be û helwestên sekreterê encumena navendî ya YNK`ê Adil Muras giranbiha nirxandin.

Di hevdîtinê de her wiha pêşketinên dawî li ser asta Kurdistanê rûdane û bi teybet li Rojavayên Kurdistanê, berxwedana Kobanê li berember êrişa rêxistina terorê DAIŞ hate gotebêj kirin, ji aliyê xwe ve sekreterê encumena navendî Adil Murad berxwedana Yekîneyên Kurd li beremberê êrişên terorê berz nirxandin.

Şanda mêvan di dawiya hevdîtinê de ji ber helwestên wî li beremberî Rojavayê Kurdistanê û şoreşa Rojava sekreterê encumena navendî ya YNK`ê Adil Murad xelat kirin.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / PUKcc

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket