DAIŞ li Feloce ji ber cîhad El-Nîkah red kirin 150 jin kuştin

kurdistani 05:36 PM - 2014-12-16
DAIŞ li Feloce ji ber cîhad El-Nîkah red kirin 150 jin kuştin

DAIŞ li Feloce ji ber cîhad El-Nîkah red kirin 150 jin kuştin

Wezareta mafê mirov ya ser bi hikûmeta federal a Êraqê îro sêşemê 16 / 12 / 2014`e ragihand ku rêxistina terorê DAIŞ li bajarê Feloce ya Êraqê ji ber ku cîhad El-Nîkah red kirin 150 jin û keç kuştin.

Wezareta mafê mirovan a Êraqê bi beyannameyekê ku kopyek jê hate ber destê PUKmedia da xuya kirin ku: Terorsîtê bi navê Ebû Enes El-Lîbî jê keç û jinên ducanî, ji ber ku cîhad El-Nîkah a terorîstên DAIŞ bi ser jin û keçên bajarê Feloce de disepêne red kirin 150 jin kuştin.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Çeteyên DAIŞ li bajarê Feloce operesyonên berfereh birêve birin û di encamê de gelek kes kuştin û termên wan li devera El-Zaxarîd a li taxa Golane û li navçeya Saqlawiyê di du gorî komî veşartine. Her wiha da xuya kirin ku çeteyên DAIŞ li bajarê Feloce mizgefta Mihemedî kir bi zîndaneke mezin, bi sedan Jin û Peyayên lidijî kiryarên wê derdikevine girtine û binçavkirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket