Helly Luvê serdana pêşmergên jin kir
kurdistani 12:30 PM - 2014-12-16Helly Luvê serdana pêşmergên jin kir
Keçka Kurdê Rojhilatê Kurdistanê Helly Luv ku navê wê ya rastî Xelan Ebdulaha, ya hunermenda navûbang ku diasta navnetewî de, ciheke taybet di baarê muzîk û dîlankirina Rapê de heye, serdana mpêşmergên jin li Silêmaniyê kir û bi gula hat pêşwazî kirin û wê jî ew bi gulan xemilandin.
Helly Luv bi angoya keçka şêr e, ji bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 16-mijdarê ya 1988`an de, li Urmiyê çavên xwe li dune hilanî û hate dine, ango ew di sedema şerê kendavê de ya di navbera Êraq û Êranê de ji dayîkbûye.
Hunermenda Kurd Helly Luv, ji ber amadekirina filîmeke taybet li ser jinên Gerîla û şervan û pêşmerge, hat bo serdana leşkergeha pêşmergên jin û wê ji bo kilîpa xwe û filîma xwe, hevdîtin û serdanan bi jinên pêşmerge û Gerîla û Şervanên YPG`ê re pêkbîne û di destpêka liv û tevgera xwe de, serî li pêşmergên jin yên Yektiya Nîştimanî ya Kurdistanê daye.
Ev filîm hat amadekirin piştî ku li Kobanê navûbanga jina Kurd ya YPJ`yî di asta navnetewî de hat belavkirin bi navnîşana sembolîkên berxwedana ji ber tevahî cîhanê ve, û îro berxwedana jina Kurd li Kobanê, arasteya tevahiya cîhanê veguhert bo asteke cudatir û pir girîngtir ku êdî wê weke sembola rêveberî û şoreşgerî û berxwedanî bête bi nav kirin.
Ev tê wê wateyî ku êdî civaka navnetewî û yê her miletek an jî dewletekî, wê rola jinê paşguh nexin û jin dikare nûneretiya xwe di civakê de bike û xwedî li rastiya xwe derkeve. Bi taybetî piştî ku qeremana Efrînî ya bi navê Arîn Mîrkan li hemberî ew êrişa mezin ya terorîstên DAIŞê ku li ser Kobanê encamdabûn, xweteqandina bi wan de, û şikandina êrişên wan hovan, asta şer û pevçûnên li Kobanê tev ber bi berjewendiyên gelê Kurd guhet û bi xwe jî, buye sembola berxwedana Kobanê.
Hûn dikarin li van wêneyên ku ji rûpela fermî ya hunermend temaşe Helly Luvê hatiye wergirtin bibînin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25