Ebu Leyl û Xemgîn Efrîn di destana Murşid Pînar ê a Kobanê de
kurdistani 08:07 PM - 2014-12-13Xemgîn Efrîn û Ebu Leyl li Kobanê
Di êrişa terorîstî ya tirsonek a ji aliyê 2 otombîlên DAIŞê ji nav axa Tirkiyê ve hatiye de, destaneke mezin û bi xwîn ji aliyê Hêzên şoreşger yên Kurdî û Ketîbeyên ŞemsulŞemal ve hatibû tomar kirin û ew pîlana qirêj ya dewleta Turk û Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî yua li Êraq û Şamê(DAIŞ)ê li dijî berxwedana Kobanê têkçû .
Wek hat zanîn ku di rûpelên vegihîştina civakî de, gelek li ser mêrxwesiya herdu şoreşgeran nivîsîne û amaje bi lehengtî û fedekarî û canfedeyîya herdukan dikin di dema êrişa terorîstan li ber deriyê Murşid Pînarê ji aliyê Pirsûsê ve.
Serokê Ketîbeyên Şemsulşemalê Ebû Leyl beriya çekdarên DAIŞê êrişî deriya sînor a Murşid Pînarê bikin, hêzên EAbu Leyl û YPG`ê xwe gihandin ber deriyê sînor û nehîştin ew pîlana DAIş û Dewleta Tirk pêkbê û di encamê de, têkbirin.
Li gor tê gotin ku Xemîn Heleb ku bi xwe ji kantona Efrînê ye, di derbarê berxwedana li ber deriyê sînor ya Murşid Pînarê de, wiha aniye ser ziman ku di dema Ebû Leyl êrişî çeteyan kir û yekser rê li wan birî û nehîşt ku ew bêne nava Xala Murşid Pînarê ya Kobanê, ew di dawiyê de, birîndar sdikeve û birîna wî kûr bû.
Piştî ku birîndar dikeve, Ew wî li piştê mxwe dike û berê xwe dide ber hevalên xwe li nava Kobanê û dema Ebu Leyl jê re dibêje min dine ez giranim û tu here xwe rizgar bike û ji min bigere, Şervanê YPG`ê Xemgîn dibêje na ez ti carî te bicih nahêlim û ezê te bighêjim cihê tendrust. Şervanê YPG`ê bi dilsoziya gerim ji ruhê hevaltiya şer û berxwedanê ku bi felsefe û destantomarkirina şehîda qereman Arîn Mîrakn tevdigere û li Kobanê li berxwe dide, tenê yek tişt li ba wî tê pejirandin ku ew jî berxwedana ji bo parastina jiyana gel û serxistina doza gel e.
Xemîgîn Efrîn ji xwe pir bi çûke û ji biçûkuya xwe ve ji deyîk û bavê xwe bêbeşbûye û ew sêwî ye. Min dema wî dît, min nizanî ku ew sêwî ye, ji ber ku pir bi digerim û dilgeş bû, rêheval û xweş dost bû. Ji hevalên xwe hez dikir û xizmet dikir. Her dem hêviyên naskirina tiştên nû bû. Lê min ji wî hevalî re got, tu ji ku derê yî, got ez ji Kantona Efrînê me û ev demeke ez şervanê YPG`ê me û ez hatim Kobanê, ji bo berevaniyê li axa welatê xwe bikim, ez li ser daxwaz û pêşniyara xwe hatim.
Weku ku ez wî hevalî nas dikim û em şevekê û rojekê bi hev re li Kobanê bûn, min gelek tiştên sêr di kesayetiya wî hevalî de dît û taybetmendiyên pir cuda jî di kesayetiya wî hevalî şervanê azadiyê û berxwedana Kobanê de naskir û ew ji dilpakiya xwe pir diaxiviya, belkim yê jê nasneke wê şaş fêm bike, lê di rastiyê de, ew heval, gelek hêja û rêkûpêk bû, disozê parastina nirx û bihayên doza gelê xwe bû, pir rûgeş û mirûzxweş bû, ziman xweş û pir rûken bû, dilê kesî ji xwe nediêşand û te çawa ew fişar bikireya di hevalê xwe nediçû û hevaldostê hevalê xwe bû.
Ebu Leyl ji birîna xwe ya kûr, niha rizgar bû, lê baş bûye wek hat gotin ku dîsan vegeriye meydana şer û wê li hemberî terorîst û çeteyan bicenge. Ev rastiya bîrdoza Apoyîzmê ye. Ev berxwedanî û fedekariya şervanê YPG`ê Xemgîn Efrîn ne ji xwe ve ye, ew ji wêm perwerdeya ku li ser bingeha Apoyîzmê hatiye ye. Rakirina wî bi birîndarî ji aliyê lehengê Efrînî Xemgîn Efrîn ve û di alava şer û pevçûnên li deriyê Murşid Pînarê, karekî ne asayî bû, ew karekî mezin û nirxdar bû, ew kar ji mnrastiya têgeha berxwedana ku pakrewanê mezin û rêber Mezlum Dogan tê.
Ew berxwedana ku li hemû dunyayê dengveda û buye sembola tevahiya cîhanê, li ser bingeha têgeha Berxwedan Jiyane ku ji devê şoreşgerê mezin û ciwanê xweragir yê Kurd, pakrewana Mezlûm Doxan hatiye der û buye ferhenga şoreşgerî ya Kurdan. Ev berxwedana niha li Kobanê, ji berhemê berxwedana Mezlûm û Agîdan e, bila her kes li gor xwe şirove neke û hinek kes hene naxwezin rastiyan nas bikin mû dixwezin rastiyan veşêrin û li gor daxwazên neyaran nîşan bidin û ev yek tawanbariye bi derheqê wan şehîdan.
Di derencamê de, em dikarin bibêjin rastiya Berxwedana Kobanê ji rastiya çalakiya fedeyî ya pakrewana mezin ya Efrînî, Arîn Mîrkan e û Arîn Mîrkan jî ji rastiya Berxwedana tevgera azadiya Kurdistane û tevgera azadiya Kurdistan ji rastiya Mezlûm û Agîdan e û Mezlûm û Agî jî ji rastiya raman û rêbaza Apoyîzmê ye û her kesî ji derveyî vê yekê berxwedana Kobanê binirxîne an jî bi nav bike, wê tawanbariyê bi derheqê dîrokê bike.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23