Şandeke KCK serdana polîtburoya YNK kir

kurdistani 09:53 AM - 2014-12-13
Şandeke KCK serdana polîtburoya YNK kir

Şandeke KCK serdana polîtburoya YNK kir

Endamê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Se`dî Ehmed Pîre Roja pêncşemê 11/12/2014 danê êvarê bi amadebûna seroka fraksyona YNK`ê li parlemana Kurdistanê Bêgerd Talebanî û Goran Azad endamê parlemantoya Kurdistanê,  li barageha polîtburoyê li Hewlêrê pêşwazî li şaneda KCK`ê ku ji her yek ji berpirsê peywendiyên KCK`ê Ferhan Amar û endama KJK`ê Buşra Elî pêk dihat kirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan bi giştî rewşa li navçeyê û bi teybet rewşa Kurdistanê û pêşkertinên dawî derbarê lidarxistina kongira netewî ya Kurd gotûbêj kirin.

Bi mijarê ve girêdayî endamê polîtburoya YNK`ê Se`dî Ehmed Pîre bal kişand ser rewşa Kurdistanê û şerê li dijî terorê li Êraqê û deverên cuda yên Kurdistanê û diyar kir ku rewşên di demên dawî de li navçeyên rûdan, di paşvexistina kongira netewî ya Kurdî de xwedî rol bûn û bi bandor bûn.

Her wiha da xuya kirin ku peywendiyên YNK`ê û KCK`ê li ser hîma parastina peywendiyên dîrokî di navbera herdu aliyan û pirsên netewî li navçeyê hatine avakirin de ye.

Şanda KCK`ê ji aliyê xwe ve di hevdîtinê mijara lidarxistina kongira netewî di niraxandinên xwe de hilgirt dest û di dawî de dilxweşiya xwe bi serdanê anîn ziman.

PUKmedia/Foto: Rêbaz Bendiyan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket