Kategoriyên rêzimanî II ..Samî TAN

kurdistani 02:12 PM - 2014-12-11
Kategoriyên rêzimanî II

Kategoriyên rêzimanî II

Diyarkerî: Di kurmanciyê de qertafeke ku diyarkeriyê nîşan dide nîn e. Lê berê di kurmanciyê de “di”yeke me hebû. Ev “di” di demaravekê de diket navbera raveker û raveberê û wateya xwedîtiyê diyartir dikir. Bo nimûne di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de wiha derbas dibe: Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifla bi min qewî ezîz e ‘Mehbûb û libas û gûşwar e Milkê di min in ne nistear e (Fêrbûna Xwendina Kurdî- K. Bedirxan, r. 47) Piştre ev “di” di hin devokan de veqetandeka binavkirî ya pirjimariyê “-ên” ve kelijî û rengê “-êd/-êt” wergirt. Bo nimûne: Landovereka şeş neferî deh kes yêt pal-palanê tê da diken wek zilkêt şixatê milêt wan yêt dayne berêk. – Dê bira cihê min bike te perasiyêt min herişandin.

– Hin qelew bes bo cehenemê di baş in. (Xelîl Duhokî, Antolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr, r.9) Rewşên navdêrê: Mijara “rewşên navdêrê” mijareke berfireh û têra xwe tevlihev e. Ev mijar bingeha xwe ji zimanê latînî digire. Ev pergalek e ku jê re di îngilîzî de “case system” tê gotin.

Mirov dikare di kurmancî de jê re “pergala rewşê” bibêje. Di kurmancî de navdêr di du rewşên sereke “xwerû (direct case)” û “tewandî (oblique case)” de derdikeve pêşberî mirov. Her wekî me berê jî diyar kiribû, bi riya vê pergalê di hevokê kirde û bireser; dîsa biresera raserast û ya nerasterast; bireser û têrker ji hev tên cudakirin. Her wiha di ravekê de raveker û raveber bi vî awayî ji hev tên derxistin. Me berê dabû xuyakirin ku bi riya tewangê zayend û mêjera bêjeyê tên nîşandayîn.

Mînak: Baranek barî Baranek barî ji hewrên biharê Baranê şil kir lê desmala yarê Geşt û seyran e lê li binya vê darê (Cegerxwîn, Folklora Kurdî, r.23) Tu li vê têlê Tu li vê têlê, vê tenbûrê Zeriyê ez mêvanê te me. Pêşiya heciyan çû Xebûrê Delîlê dayê, dayê, dayê (Cegerxwîn, Folklora Kurdî, r.25) Ji ber ku ev mijara kategoriyan rêzimanî, mijareke berfireh e, em ê berdewama vê mijarê bihêlin ji nivîsa xwe ya hefteya bê re.

PUKmedia/Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket