Hevpeyvîn li gel “Jessica” birêvebira kempîna piştgîriya YPG/YPJ li Emerîka

kurdistani 06:07 PM - 2014-12-10
Hevpeyvîn li gel “Jessica” birêvebira kempîna piştgîriya YPJ li Emerîka

Hevpeyvîn li gel “Jessica” birêvebira kempîna piştgîriya YPJ li Emerîka

PUKmedia – Jessica kiye? Hûn dikarin xwe ji mere bidin nasîn?

Jessica: Destpêkê dixwazim bêjim ku ez jinek zewicîme û dayîkin, ez jineke mesîhî ya katolîkî me û di heman demê de jineke Emerîkî ya normalin. Jineke ku ji xwedayê xwe û welat û malbata xwe hez dike, ez yek ji ew kesên li emerîkayê ku ji karên tundiyê ku li rojhilata navîn rû didin bêzar bûme, ez li ser wê yekê hatime mezin kirin ku bibime jineke ku li ser tiştên baş rawest û ez niha wê yekê dikim û bikaranîna min ji Twitterê re yek ji wesîleyên ku ez bikarim wê yekê pêk bînime. Berya bihîstina navê Kobanê min xizmetguzariya Twiterê bikar netîna, bê goman ez ewqas li ser twitterê çalak nînim belku ez miroveka normalim daxwaza min ewe ku hezkirinê belav bikim.

PUKmedia- Çima te dest bi kempîna piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rojavayê Kurdistanê kir? Gelo bandore vê kêmpîna we li ser derdora emerîkî heye?.

 Jessica: Ez yek ji kesên piştevanê YPG me li Kobanê. Ez ne şaşbim hevalekî min yê Kurd bala min kişand ser gotina Enwer Muslim ku têde spasiya Emerîkiyan û hemû ew kesên ku piştevaniyê dikin li cîhanê û banga alîkariyê bo Kobanê kir, di wê gotara xwe de diyar kir ku dive her kes beşdarî di berxwedana Kobanê de bike. Tişta hate bîra min destpêkê ew bû ku ez ew gotina Enwer Muslim careke din twit bikim û nîşana (V) li kêlekê deynim weku pêşwaziyek bo alîkariyê. Piştî emekê ez fikirîm ku ez dest bi kempînekê bikim. Her tişt bi awayekî normal destpê kir û ji ber ku yekemîn kempîn bû ku min destpê kir. Min ji xwere got ku eger ewqas deng vendee jî bese ku ez tenê wêneyê xwe têde belav bikim û kempîna xwe raghînim. Herî kêm ew kesên berxwedanvan dê bizanin ku xanimeke Emerîkî piştevaniya wan dikin. Lê tişta ku min çaverê nedikir ku kempîna min bi awayekî bilez belav bû gelek kes dilgermbûn. Dikarim bêjim ku welatên herî zêde ku piştevaniya kempînê kirin ji Birîtanya û Emerîka û Kurdistanê bûn. Her weha min hin wêne ji Ispanya, Kanada , Fransa, Berazîl, Maksîka, Holanda, Îtalya, Siwêdê jî hebûne û gelek welatên dine jî. Armanca vê kempînê jibo komkirina hin kesan bi rêya twiterê daku şervanên YPG û YPJ ku li Kobanê berxwedaniyê dikin bibînin ku xelkek ji hemû regezan û bi idyolojiyan  û miletan û siyasiyan li cîhanê tevahî hene piştgîriya berxwedana wan dikin.

PUKmedia- Hestê te çawa bûn dema ku te yekemîn car li ser Yekîneyên Parastina Jinê li Kobanê xwend? Bandore wan bi dîtina we li ser doza jinê li rojhilata navîn û cîhanê çawa ye?

Jessica: Dema min rewşa Kobanê di nûçeyan de dişopand min bi  Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bihîst. Dema min bihîst liba min cihê serfirazî bû weku jinek, ew jin li hemberî kevneperestiya li navçeyê radiwestin ku mafê jinan li wir tê binpê kirinê. Tişta bala mirov dikşîne ewe ku hestê wan ya jib o xêr û baweriyê û jinane. Xwe li ser jinên dine re nabînin, jinên xweşikin, welat û gelê xwe ji karsatan diparêzin û jib o pêşerojek baş bo zarokan xebat û têkoşînê didin û tişta rast bi dîtina xwe dikin. Ew cihê şanaziyêye bo hemû jinên cîhanê, her weha gelek zilam li kêleka wan hene ku bi awayekî bihêz piştevaniya wan dikin.

PUKmedia- Nêrîna we li ser jina Kurd a ku li dijî terora DAIŞ şer dike çiye?

Jessica: Jina Kurd bi dîtina min çekeke girane li dijî DAIŞ`ê û nimûneya êrişê ye li ser DAIŞ. Çekdarên DAIŞ tu carî bawer nedikirin ku rojekê jinek li cîhanê bikaribe wan bikuje û tişta jê ditirsin jî ewe ku li ser destê jinan bêne kuştinê ye . ez di wê baweriyê deme ku hîna me hemû mucîzeyên ku Yekîneyên Parastina Jinê li hemberî DAIŞ`ê veşartine me nedîtine.

PUKmedia- Nameya te jib o hikûmeta Emerîkî û dost û hevalên te ên Emerîkî çiye?

Jessica:  Hêviya min ewe ku Emerîka beşdarî tişta ku li Kobanê û rojhilata navîn bi giştî dibe bike. Eger wijdanê mirov hebe teqez dive mirov piştevaniya wan bike, her weha ez spasiya hikûmeta Emerîkayê bo piştevaniya Kurdên Êzîdî dikim. Hêviya min ewe ku hikûmeta Emerîka li hemberî reftarên Tirkiyê hişyar be , Tirkiyê bi awayekî vekirî piştevaniya aliyê beramber dike. Banga min ji hikûmeta me re ewe ku alîkariyên xwe bo rewşa giştî li rojhilata navîn heyî zêdetir bike û stratejiyeke xurt deyne ku welatiyên Emerîkî bikarinli derdora wê stratejiyê kom bibin. Em dixwazin ku bendek ji êşên heyî re bi zûtirîn dem bê danînê, xelkê wê deverê gelek êş heya tu bêjî bes dîtine.

PUKmedia- Li dawiyê gotinekê hûn bixwazin jib o gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ ku li dijî terora DAIŞ li berxwe didin bêjin hebe?

Jessica: Ez ji wan re dibêjim ku hûn cihê baweriya me hemûyane, ez bawerim ku hûn dixwazin ku biçin dibîstanê û dema xwe li gel malbatên xwe biborînin lê li şûna wê hûn her roj di bereyên pêş jiyana xwe feda dikin li hemberî tawanbarên herî hovane di serdema me ya nû de û bi vê yekê hûn jib o me mirovên herî qehreman û mêrxasin. Hûn bi hezkirina ji gelê xwe re vê berevaniyê dikin neku hûn dixwazin nav û dengê we derkeve û hemû cîhan vê yekê dizane û ji ber vê jî em hezkirina xwe wekî ku hûn çawa hezkirina xwe jib o me û mirovatiyê nîşan dikin bo we pêşkêş dikin. Em bi were ne û emê her weha bin.

PUKmedia- Tiştekî din tu bixwazî zêde bikî?

Jessica: Dixwazim hemû dostên min ên ku alîkariya min di kempîma (#ShowYourV4YPG) dikin spas bikim, bi taybetî jî ewên ku bi wêneyên ku belav dikin beşdarî li kempînê dikin. Kempîn berdewame û daxwaza min ewe ku em vê kempînê bo piştevaniya berxwedana YPG / YPJ li dijî DAIŞ`ê berfereh û berdewam bikin.

Amadekirina hevpeyvînê: Hozan Efrînî
Wergêran ji erebî: Xoşnaf Husên

PUKmedia  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket