Gelêriya herî navdar li Fransa tabloyên hunermendê Kurd nimayîş dike

kurdistani 01:54 PM - 2014-12-06
Hunermendekî Kurd li Fransa pêşangehek hevbeş nimayîş dike

Hunermendekî Kurd li Fransa pêşangehek hevbeş nimayîş dike

Hunermendê şêwekarê Kurd Remzî Qutbedîn, di rojên dawî yê sala îsal de bi bona nêzîkbûna cejnên sere sala nû û cejna jidayîkbûna mesîh û li ser bangeşeya gelêriya (NANINCK-LENGAIGNE) a ser bi navçeya îdarî (Padkalî) li bajarê (Sant Omîr) ku dikeve bakûrê Fransayê li gel  2 hunermendên şêwekar ên Fransî (Gêrî Siprît û Can Franswa Vêryîk) di pêşangeheke hevberş de beşdarî dike.

Bi mebesta nasandin û têkilkirina şêweya karê Remzî Qutbedîn û karê çêwekarên din ên Fransî tabloyên xwe div ê gelêriyê de nimayîş dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev gelêriye yek ji navdartirîn gelêriye li bakûrê Fransayê jibilî ev cure pêşangehên hevbeş jî, her sal pêşangehek taybet bi karên hunermend Remzî Qutbedîn vedike.

Remzî Qutbedîn ji PUKmedia`yê re ragihand û got: ez hertim di karên xwe hunerî de bi şêwaza xwe û li gel tabloyên xwe dijîm, niha min li nav HEJMAREK JI GELêRIYêN NASKIRî Ên Fransî de min cihê xwee çêkiriye û tabloyên xwe nimayîş dikim û eve jî egerekî giringe û handere bo nasandina hunera şêwekar a Kurdî li Fransa.

Bo agahdarî jî ev pêşangehe heya roja 18/1/2015 berdewam dibe û hûn dikarin serdana wê gelêriyê bikin. Li gore w navnîşana ku li jor hatiye nîşandanê.

PUKmedia/Heme Osman- Fransa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket