Bi wêne.. Mûzexaneya “Keça Qereç” li bakûrê Kurdistanê

kurdistani 11:36 AM - 2014-12-05
Bi wêne.. Mûzexaneya “Keça Qereç” li bakûrê Kurdistanê

Bi wêne.. Mûzexaneya “Keça Qereç” li bakûrê Kurdistanê

Mûzeya bi navê "Keça Qereç " ku li mûzexaneya Zeugmayê tê nîşandan li bajarê dîlokê ya bakûrê Kurdistanê ye, ji destpêka vekirina muzeyê heta niha 600 hezar zêdetir kesî serdana wê mûzexanê kiriye.

Li gor nûçeya ajansa Anadolê, mûzexaneya mûzaîkan a Zeugmayê di 9ê Îlona 2011an de hat vekirin. Mûze 25 hezar mêtir duca girtî bi tevahî li ser qadeke 30 hezar mêtir duca hatiye avakirin û geştyarên xumalî û biyanî serdana wê mûzexaneyê dikin.

Di muzexaneyê de mûzaîkên bi navê (Keça Qereç, peykerê Mars, kaniyên dema Romayê) û mûzaîkên ku li ber keviya çemê Feratê hatin dîtin, tên nîşandan.

Ji destpêka avakirina wê mûzexaneyê ve û heta niha 610 hezar geştyar serdana wê kirine. 

Di mûzexaneyê de mûzaîka bi navê "Keça Qereç " eleqeyeke mezin dibîne. Ev mûzaîk di sala 1998an de di kolandinên li Bajarê Antîk ê Zeugmayê de hat dîtin. Ji ber ku keziyên wê û hestiyên wê yên hinarikê ev nav lê hatiye kirin.

Zeugma, bajarekî kevne li 10 kîlometir ji navçeya Nizîpê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya bakûrê kurdistanê dûre û li kêleka çemê Feratê di sala 300 berya zayînê ji aliyê împeratoriya Roman  ve hatiye avakirinê dema ku Kurdistan dagîr kiribûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket