Enwer Muslim: Gotina 'ev îftira ye' têrê nake

kurdistani 10:59 AM - 2014-12-03
Enwer Muslim: Gotina 'ev îftira ye' têrê nake

Enwer Muslim: Gotina 'ev îftira ye' têrê nake

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku divê ji bo ronîkirina êrîşa ku DaIŞ’ê di 29’ê Mijdarê de ji ser Tirkiyeyê li dijî Kobanê bi wesayîtên zirxî yên bombeyî pêk aniye, divê komîsyona lêkolînê bê avakirin û got: “Ligel me divê saziyê mafê mirovan, partiyên siyasî, şexstiyetên serbxwe û parlamenterên Tirkiyeyê jî komîteyek lêkolînê ava bikin. Divê her kes bizane ku ev bûyer çima li vir pêk hatiye. Kî sûcdare, kî berpirse divê derkeve holê û hesab jê bê pirsîn. Pêkanîna êrîşê ya ji Tirkiyeyê xetereyek mezine. Divê helwesta hikûmeta Tirk zelal be. Bila nebêjin ev îfteye. Li wir dîmen, wêne, şahdi û cenaze hene. DAIŞ bi balafiran jî ji deriyê Murşîtpinarê dikarin bên. Ji bilî wê riyek din tune.

Berxwedana Kobanê ev 78 roje berdeam dike. Çeteyê DAIŞ’ê di 29’ê Mijdarê de axa Tirkiyê bikaranî û êrîşek berfireh pêk anî. Êrîşên DAIŞ’ê hatin şikandin niha ji Tirkiyeyê der barê de daxuyanî tên payîn. Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim ji ANF’ê re axivî.

Enwer Muslim balkişand ser bûyerê û diyar kir ku DAIŞ’ê bi hezaran endam û çekên giran berê xwe da Kobanê û got: “Ne tenê ji aliyekê ji rojava, başûr û rojhilat li dijî Kobanê êrîş dan detspêkirin. Dixwestin komkujiyekê li Kobanê pêk bînin. Jiyana hevpar ya li Kobanê hedef hat girtin. Kobanê nedişibiya bajarên din yê Sûriyeyê. Gelek penaberan berê xwe dabû vir. Li vir parastina xweser hebû. Rêveberiyek hebû. Ji gel re xizmet dikir. Piştre jî DAIŞ û piştevaniyên DAIŞ’ê ev qebûl nekir û berê xwe dan Kobanê.”

BIKARANÎNA AXA TIRKIYEYÊ XETREYA MEZINE

Muslim diyar kir ku DAIŞ di 29’ê Mijdarê de ji axa Tirkiyeyê hewl da bikeve Kobanê û got: “Ev xetereyek gelek mezine. Em îro ne bi komek terorîsên herêmî, bi rêxistina terorê ya global re têdikoşin. Gelek dewletê biryara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê girtiye. Hêzên Koalîasyonê bombebarana hewayî pêk tîne. Ji bejayî jî YPG axa xwe diparêze. Lê ji Tirkiyeyê wesayîtek tê û teqînê pêk tîne, bi dehan kesên çekdar ji Tirkiyeyê tên, li depoyên genim bicih dibin û êrîşê Kobanê dikin. Ev xeterek mezine. Me ji rayedarên Tirk lêkolîn xwest û em carek din dixwazin. Divê em bê ronîkirin. Berpirsê vê kiye?

DIBÊJIN EV ÎFTIRA YE

Muslim got hedefa wan ya li Rojhilata Navîn eve ku hemû gel û baweriyên herêmê di nava aştiyê de hevpar bijîn û got: “DAIŞ ya axa Tirkiyeyê bikartîne û derbasî Kobanê dibe û êrîşan pêk tîne, divê kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê yên ji Ewropa, Misir û Tunusê tên bidarizîne. Divê hesab bipirse. Serokkomar Erdogan got DAIŞ dijminê wane. Ji xwe Kobanê di pratîkê de DAIŞ’ê dijmin dibîne û li dijî wê têdikoşe. Ev salek û nîve li dijî DAIŞ’ê em têdikoşin. Di van şert û mercên giran de divê em bibin yek. Ger Tirkiye bêje DAIŞ dijminê mine û hebe xwedî helwest ev rê li ber pirsnîşanan vedike. Wê demê dê her kes bipirse ku DAIŞ çawa ji ser axa Tirkiyeyê êrîşê Kobanê dike. Divê helwesta dewleta tirk diyar be. Dibêjin ev îftereye. Lê ev têr nake. Li wir wêne, dîmen, şahid û cenaze hene.

JI BILÎ KUŞTIN Û QETILKIRINÊ ÇANDA WAN TUNE

Êşa me û dewletê di nava koalîasyonê de cih digire wek hevin. Bi sedan gundê me hatin wêrankirin. Bi hezaran welatiyên me hatin qetiklirin. DAIŞ’ê bi qetilkirin û serjêkirina welatiyan careke din nîşan daye ku dijminê mirovahiyê ye. Komkujiya li Şengalê her kesî dît. Tirkiye jî li dijî DAIŞ’ê di koalîsyonê de cih girt. Ji xwe Tirkiyeyê di serî de qebûl kir û piştre înkar kir. Divê Tirkiye û Koalîsyon li ser vê bisekine. Ger ku Tirkiye ji derveyê biryara 40-50 dewletî tevbigere wê demê dê li derve jî bimîne û tenê jî bimîne.

DIVÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ BÊ AVAKIRIN

Muslum anî ziman ku ew wek nûnerên Kantona Kobanê diyar dikin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê ne tiştekî biçûke û got: “Em li sê eniyan şer dikin. Herî dawî jî ji eniya Bakur êrîşek pêk hat.Ji ber vê jî divê hemû saziyên mafê mirovan yên Tirkiyeyê, partiyên siyasî, sexsiyet û parlementerên tirk jî di nav de komîteyekê ava bikin. Kî sûcdare divê bê dîtin û hesab jê bê pirsîn. Divê êrîşa li ser Kobanê ya ji alî Tirkiyeyê ve pêk hatiye bê lêkolîn kirin û her wiha ji bo alîkariya mirovahî jî korîdor bê vekirin.”
Muslim di dawiya axaftina xwe de balkişand ser alîkarî û piştgiriyên tên kirin û bi lêv kir ku divê piştgiriya bo Kboanê berdewam bike.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket