Li Celewlayê goreke bi komî hat dîtin

kurdistani 11:14 AM - 2014-12-02
Li Celewlayê goreke bi komî hat dîtin

Li Celewlayê goreke bi komî hat dîtin

Li navçeya Kobaşînê ya Celewlayê, goreke bi komî, ji aliyê pêşmergê Kurdistan hat dîtin.

Li navçeya Kobaşî, ya ser bi Celewlayê, goreke bi komî ji aliyê pêşmergê Kurdistanê ve hat dîtin ku termên xelkên sivîl bi guleyan hatine kuştin tê de bûye.

Di wê bare de, peyamnêrê PUKmedia`yê ji malpera me re ragihand ku îro roja sêşemê, li navçeya Kobaşînê ya ser bi Celwlayê, goreke bi komî yê xelkê sivîl hate dîtin ku ew bi guleyên terorîstan şehîdbûne û tev xistine yek şûnê.

Peyamnêrê me dazanîn ku piştî dîtina wê gore, tîmên gorkolandinê digel pêşmergê Kurdistan dest bi kolandina wê gore kirin û termên wan derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku navçeya Kobaşînê yek ji navçeyên herî destpêkê ye ku rêxistina DAIŞê ya terorîstî dagîr kiriye û gelek kesên wê navçeyê bi awayekî hovane serbirî û kuştin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket