Firîşteyên Kobanê di nav 100 kesayetiyên cîhanê de...

kurdistani 01:41 PM - 2014-11-21
Firîşteyên Kobanê di nav 100 kesayetiyên cîhanê de...

Firîşteyên Kobanê di nav 100 kesayetiyên cîhanê de...

Kovarek ji kovarên herî navdar li cîhanê, di hersalê de, navê 100 kesên xebatkar û tekoşînvanên herî li pêş dide hilbijartin û di hejmara xwe ya dawiya sale de, dide weşandin.

Bi taybet ew xebatkar û şoreşgerên ku li hemberî stem û dîktetoriyeta dîktetor û neyarên mirovahiyê liberxwe didin û cenga rewa dikin.

Li gorî Govareke Emerîkî ya bi navê Varîn Balîsî ku bi zimanê Îngilîzî li Ewropa û Emerîkayê tê weşandin, ku bêhtir ji 44 salin li8 xebata weşandinê de berdewam e, di her dawiya sale de, navê 100 xebatkarên navdar yên cîhanî li xwe digre û diweşîne.

Tê texmînkirin ku wê di hejmara îsal ya sale 2014-2015`an de, navê keçên şoreşger yê Kobanê jî bêne bi bîrxistin ku wê bi navnîşana Firîşteyên Kobanê be.

Dê di nav govarê de, berxwedanvanên jin yên li Kobanê lixwe bigre û tê gotin wê di rêzên herî pêş de bin di nava wwan 100 kesayetiyên li hemû cîhanê.

Hêjayî gotinê ye ku Govara Varîn Balîsî di sala 1970 de, dest bi weşana xwe ya destpêkê kir ku ji aliyê nivîskarê mezin yê Îngilîzî Simoyîl Hanîngton ve hatibye damezrandin û her care ku tê belavkirin bi qasî 100 jimare tê belavkirin û nêzîkî 4 milyon xwendevanên wê govarê hene.

PUKmedia-Saman Yarewês

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket