Yekem perwerdeya erka xweparastinê bi dawî bû
kurdistani 11:13 AM - 2014-11-21Yekem perwerdeya erka xweparastinê bi dawî bû
Desteya Parastinê ya Herêma Xweser a Cizîrê yekem perwerdeya erka xweparastinê bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmê amade bûn.
Piştî ku qanûna erka xweparastinê ji aliyê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê ve hate derxistin û ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate erêkirin, Akademiya Perwerdeyê ya girêdayî Desteya parastinê yekem perwerdeya erka xweparastinê ku ji 70 ciwanan pêk dihat bi merasîmekê bi dawî kir. Merasîma bi dawîkirina perwerdeyê li bajaroka Til Marûf a girêdayî bajarê Tirbespiyê hate lidarxistin.
Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Serokê Desteya Karên Derve Salih Gedo, Endamê Meclîsa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer, Serokê Desteya Zimhêrê Fener Kiêd, Serokê Desteya Edaletê Ebdilkerîm Bekir, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Vegihînê Celal Mihemed, Endamê Buroya Erka Xweparastinê Ebdilrezaq Elî û nûnerên Desteya Parastinê amade bûn.
Perwerdeya ku ji 70 ciwanan pêk dihat li Akademiya Perwerdeyê ya girêdayî Desteya Parastin hate birêvebirin û meh û nîvekê dom kir.
Merasîma bidawîkirina perwerdeyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Desteya Parastinê Ebdilnasir Elî, li ser navê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û li ser navê Desteya Karên Derve Salih Gedo derbarê erka ciwanan di parastin welat de axivîn.
Axaftvanan diyar kirin ku her ciwanek beşdarî erka xweparastinê dibe, li hemberî dijminan dibe kelem û herêm û malbata xwe ji metirsiyan diparêze. Di dawiyê de axaftvanan bidawîkirina perwerdeyê li ciwanan pîroz kirin.
Piştre ciwanan sûnda leşkerî bi herdu zimanên kurdî û erebî xwarin û soz dan ku dê bi erka xwe ya parastina hemû pêkhateyên Rojava dan.
Hêjayî gotinê ye, bi dehan ciwan rojane berê xwe didin navendên erka xweparastinê û ji bo beşdarî perwerdeyên leşkerî bibin, navên xwe qeyd dikin.
PUKmedia-Anha
hewal ziyatr
-
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17