John Allen: Têwerbûna DAIŞ di Kobanê de xwekuj bû
kurdistani 09:07 PM - 2014-11-20John Allen
Hevrêzê hêzên hevpeymana navdewletî li dijê rêxistina terorê Generalê Emerîkî John Allen îro pêncşemê da xuya kirin ku êrişa DAIŞ bi ser bajarê Kobanê de kareke xwekuj bû û ewê ti carî nikaribin Kobanê kontirol bikin.
John Allen ji Enqerê di hevpeyvînekê ligel rojnama Miliyet a Tirkiyê de got: DAIŞ li ser gelek astan xwe tê werkir, xwe li Kobanê jî têwer kir û ev êrişa wê bi ser bare Kobanê de bû rêxistinê di asteke xwekuj bû.
Allen wiha pê de çû: Heya ew terorîstan rê dikin, emê berdewambin di bombardumana bi ser wan de û ji bo em alîkariyê bidin şervanên Kurd ên bergirî li Kobanê dikin çi ji me bê emê bikin, û got: DAIŞ dê di dawî xwe radest bike ji ber ku ew nikarê di vê şerî de bi serkeve.
Ji dest pêka êrişa DAIŞ bi ser Kobanê de ji navarasta manga Îlona bihurî ve nêzî 1200 kesî hatine kuştin bêtir jê çekdarên rêxistina terorê DAIŞ`in û hejmarek jê şervanên Kurdin.
Di demekê de ku balafirên Emerîka gurze êrişên xwe bi çekdarên DAIŞ de li Kobanê gur kirin û pêşve çûna wê rawestand, Allen got; Em di wê baweriyê de ne ku êrişên me bi ser DAIŞ de bêtirî 600 çekdarên rêxistina terorê kuştine.
Û wiha pê de çû: Ez bawerim eger ew vekşin dê ev yek diyar bike ku meşa wan a serkeftî gihîşt qonaxa xwe ya dawî. Û ev encam da; Li ser qadê û di rastiyê de em dibînin ku gotine ew têk naçin ne raste.
Derbarê kêşeyên di navbera Tirkiyê û Emerîka de sebaret bi siyaseta li bermber Sûriyê General Allen diyar kir ku divê berjewendiyên netewî yên Tirkiyê û daxwazên wê di ber çav re bêne derbas kirin.
PUKmedia / AFB
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25