Mela Bextiyar ji Ehram re : Weku netew dewleteke serbixwe ji mafê me ye

kurdistani 07:39 PM - 2014-11-20
Weku netew dewleteke serbixwe ji mafê me ye

Weku netew dewleteke serbixwe ji mafê me ye

Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar di hevpeyvînekê ligel rojnama Ehram a Misrê de tekez li ser wê yekê kir ku Kurd di serî de, di rûbirûbûna li dijî rêxistina terorê DAIŞ de, li navçeyê û Îraqê herdem beşek ji çareseriyê bûn û xwedî rola sereke bûn.

Mela Bextiyar di hevpeyvînê de bi giştî bal kişand ser bi rola Kurd di çareserkirina kêşe û aloziyên Îraq û navçeyê di qonaxên cuda de û got; Piştî rêjîma Sadam Husên ket rola Kurd di çareserkirina kêşeyan de gelek derket pêş, Serok Mam Celal berê xwe da Bexdadê û di xaniyeke kirê de niştecih bû, her wiha serok Mesûd Barzanî jî berê xwe da Bexdadê û di otêlekê niştecih bû û gotin: Em hatine Îraqê ava bikin, di demekê ku tiştek ji Îraqê nema bû, her tişt ji hevketibû ne artêş û ne hêzên ewlekariyê mabûn.

Her wiha dema şerê Taîfegiriyê li Îraqê di destpêka sala 2006 de gur bû me hêzên pêşmerge rêkirin Bexdadê û hemû derfetên xwe xistin di xizmeta rizgarkirina Îraqê, dem û dezgehên wê de, wekî din di qonaxa siyem de û bi derketina rêxistina terorê DAIŞ û hilweşîna Artêşa Îraqê li parêzgehên Mûsil û Selahedîn û parêzgehên din, em man û me li berxwe da û ji bo jinavbirina rêxistina terorê DAIŞ, bi mebetsa hevrêziyê dîsa berê xwe da Bexdadê.

Mela Bextiyar got; Di dîroka Îraqê de û di hemû qonaxên çarenûs de em xwedî roleke aktîv bûn, her çendê em ne xwedî qebareyeke mezinin jî,  lê heya niha em beşek binghînin  ji çareseriyê û xwedî roleke gelek aktîvin di Îraqê de.

Berpirsê desteya kargêr ji aliyekî din ve cexit li ser wê yekê kir û got; Weku netewa Kurd ji mafê me ye, em di xewina serxwebûne de bin, lê ti carî e, gotina cudabûnê em napejrînin û ji dêla wê mafê çarenûsî çareseriyeke hişmend û yesayî ye, ti kes nikarê gef li me bixwe, me bi rapirsekê biryar da û hilbijart em di nav Îraqa Federal de bimînin, gelekî ron ez dibêjim biryara avakirina dewleta Kurdî ne di destê serkirdeyetiya siyasî ya Kurd de ye, ev yek bi gorankariyên li navçeyê di pêşerojê de dê çêbin girêdayî ye, lê eger dewleteke Tiyokrat li ser me bête sepandin emê ti carî vê yekê napejrînin, ji ber dê ev yek ne li gorî desturê be.

Mela Bextiyar her wiha derbarê rewşa pêkahteya Sune de li Îraqê got; Divê pêkhatya Sune li Îraqê bi cureyek ji desthilatdariya Federal razî bibin, pêdiviya Îraqê bi berferehkirina ezmûna federaliyetê heye çi li başûr dibe yan naverastê Îraqê de be, ez di wê nirînê de me ku çareseriya federal çareseriya herî guncewe, û wiha pê de çû: Hemû welatên federaliyet lê pêk hatine di serî de ji vê sîstemê bi tirs bûn, lê niha bêtirî 76 welat li cîhanê xwedî sîstema federalin, di encama hemû ezmûnên dewletên federal de cudabûn çênebûn û dewletên nû di nav sîstema federal de avanebûn, îro em dibînin ku Emerîka, Kenada, Rusya, Îtalya û Almanya welatên federalin, her wiha me dît ku di demên dawî Êrlanda di encama rapirsekê de cudabûn red kir ji ber çi? Ji ber ku mafên demokratîk, aborî û civakî di nav dewleta federal pêk hatine, lê ti xwe bi ser min de bisepîne û rê nedê mafên min û min nav dewleta navendî de bihêle, ev dem çû û nema vedigere.

Bi mijara derketina rêxistina terorê DAIŞ ve girêdayî Mela Bextiyar got; Rewşa  civaka Kurdistanê jî weku rewşa heman civakên Erebe, derketina DAIŞ di encama kêm û kurtiyên dîrokî, civakî û fikrî, siyasî û têkçûna projeya geşedana civakên Îslamî de ye, çi Ereb bin an Kurd bin, ev civak bûne dergoşa derketina rewtên selefî yên tunderew û şerker, tekez DAIŞ weku pêdeçûneke dîrokî û eydilojî ziyaneke mezin dighîne hemû civakan û jê yek civaka Kurd.

Li Parêzgeha Silêmaniyê em yekem partî bûn rûbirû li berember raman û fikra teundrew a selefî rawestiyan û şer û pevçûnên dijwar digel selefiyên 10 salan dest danîn ser bi devera Helece de me birêvebirin û kir, Piştî ku Emerîka kete Îraqê û bi hevkariya êrişên esamnî ya Emerka me weku YNK`ê ji bo rizgarkirina wan deveran di 2003 de bêtirî ji 200 şehîdî dan û beriya Emerîka bê jî her em  digel hêzên selefî û tundrew di şer de bûn. Ji ber ku ev raman û pêk anîn ziyan da Îslama xwe nû dike û jiyana xuzayî ya civakan û li ber gorankariyên mezin di dîrokê de astengiyên mezin derxistine holê, em di zanebûna wekê yekê de ne çendê ev raman û fikir bandoreke kûr bi ser pêşeroja navçeyê de dikin.

Ji ber vê çendê em bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, çandî û aborî rûbirûyê DAIŞ radiwestin û li berember  rewtên selefî yên tundrew em weku partî ji gelek partiyên dîtir bêtir xwedî nirîn û têghîştinek zelal bûn.

Mela  Bextiyar da xuya kirin ku; Şerê digel DAIŞ û rewtên selefî yên cuda de, demek nêz de bidawî nebe û wê şêwazên şer û taktîkên wê car car bênê gohartin, lê zore bê zanîn ku dê ev şer di demek nêz de wê bidawî be,  herî kêm 5 sal divin ta ev şer bidawî bibe. Lê got wê di nav çend hefteyan pêş de Celewla, Sadiye û Xaneqîn ji çeteyên DAIŞ bêne paqijkirin, her wiha dê Mûsil bête rizgar kirin, lê dîsa dê DAIŞ bimîne wê bi êrişanên terorê û xwekuj bimîne, dibe rizgarkirina Mûsilê ji 2 heyvan ta 6 heyvan bide berxwe, her wiha Enbar jî wer, lê sînaryoya herî baş ewe ku çi di warê aborî, siyasî de be û di warên cuda de be baweriya cemawer bête bidest xistin,  ji ber ev yek serkeftinê li berember DAIŞ misoger dike.

Ji aliyê leşkerî ve Mela Bextiyar got; Ez di wê nirînê de me ku divê peywendiyên me yên leşkerî digel hevpeymana navdewletî û çend welatên herêmê de berferehtir bin û ev yek nebe têkbirina DAIŞ di demeke kuret de, dê zor be.

Mela Bextiyar wiha pê de çû: Encamên em niha li berçavê xwe dibînin ji ber şer û pevçûnên di navbera komên Sunî û Sî`a de ne, encama kîneke eydolojîkin ku ji 1000 salî ve xwe di çanda Îraqê de bi cih kirî de ye û divê ev yek bi dana baceke dîrokî bidawî bibe, ji bo ber alîkirina kîn û neferata olî dewletên cîhana demorat gelek bac dan û bê dana bac demokrasî ne hate avakirin, Ewropa di vê warî de gelek bac dan, di encama şerê Ketolîk û Potistanan de 5 milyon kes hatine kuştin û desthilatdariya olî ya Ketolîk hate bidawî kirin, Îtalya, Almanya, Emerîka jî niûnene û gelek nimûneyên din jî hene, Îro Îraq baca paşeroj û pêşketinên li cîhanê rû didin dide..Îraqê dê hetahetayî wer nemîne dê rizgar bibe û rewş aram bibe, Îraq dê bibe yek ji welatên nûjen û demokrat û dê hişmendiya mirovan jî bête guhartin, ez eşkere dibêjim eger di 23 salên dawî de destkeftiyên aborî û ewlekariyê bi dest gelê Kurd neketana, Kurd wê nekarîbana li hember DAIŞ li berxwe bidin, berxwedana Kurd a dijwar ji ber parastina destkeftiyan encam dide , gelê Kurd wê ti carî razî nebe paşve vegere. Eve pirs ji ber çi artêşa Îraqê hilweşiya? Ji ber ku bergirî li nîştiman nîne, bergirî li destkeftiyên demokrasiyê û çandeke nû nîne ku hêz bide û berevanî lê bike, Sadam rûxiya lê piştî wî hişmendiyên ecêb di vê welatî de derketin holê.

Derbarê danûstandinên ligel hikûmeta navendî de li Bexdadê Mela Bextiyar got; Li ser hemû astan danûstandinên ligel Bexdadê berdewamine, em weku YNK`ê ligel hemû partiyan û balyozê Emerîka li Îraqê civiyan, sebaret bi prosa danûstandinê di navbera Herêm û navendê de û çareserkirina pirsên lidar, weku pirsên petrolê û bûdce geşbîniyek heye, her wiha pirsa birîna mûçeya fermanberan di navbera 2 mangan de wê çareser bibe wê ligel çareserkirina pirsa hinardekirina petrola Herêmê çareser bibe.

Mela Bextiyar her wiha bal kişand ser bi berxwedana Kobanê li beremberê êrişa terorîstên DAIŞ û da xuya kirin ku vê berxwedanê bala hemû cîhanê kişand ser xwe û got: Li Sûriyê bêtirî ji 10 rêxistinên terorê hene û di tevgerê dene, lê bi tenê doza Kobanê derket pêş, ne raya giştî ya Ewropa û ne ya cîhanê dît ku li wir berxwedanek li dijî DAIŞ tê kirin, ji bo ji nav birina DAIŞ rewşeke nû heye û dozeke diyar heye.

Mela Bextiyar derbarê welatên navçeyê de jî got: Îran yekem welat bû piştgirî li federaliyetê kir û serokê Herêma Kurdistanê vexwend, ew dewleteke Îslamî ye pirsên netewî yên navxwe nasnakin, lê partiyên Kurd ên li dijî Îranê şer dikin û li Îranê qedexene û her çend Îran Herêmê nas dike li Herêma Kurdistanê ne, derbarê Tirkiyê de jî got; Li Tirkiyê di heyama sed sala bihurî  de yek milyon Kurd hatine kuştin, bi tenê li deverekê li Geliyê Zîlan di sala 1925 de 250 hezar Kurd hatine kuştin, Tirkiyê destura Îraqê naskir û rastiya federal a Îraqê jî nas kir û bi şêweyeke erênî ligel Herêma Kurdistanê danûstandinê dike bi teybet di warê aborî û ewlekariyê de, pekê Tirkiyê dê federaliyetê bide Kurd, ev yek guman bi ser de heye.Derbarê rola wê di Kobanê de Mela Bextiyar got; Ew di encama fişarên Ewropa û Emerîka de bû.

Li ser asta cîhana Ereb jî Mela Bextiyar da xuya kirin ku; Ragihandina Ereb ne xwedî zanyariyên zelale û raya giştî ya Ereb ji ber nebûna zanyariyên zelal û agahiyên seran sere, ji rastiya Kurd dûre. derbarê vê pirsê de divê welatên Ereb rastiya Kurd lêkolîn bikin û nas bikin, zanyariyên welatên Ereb derbarê Kurd de gelekî kêmin.

Amadekar : Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Pukpb 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket