Li Kobanê 16 terorîst hatine kuştin

kurdistani 06:19 PM - 2014-11-20
Li Kobanê 16 terorîst hatine kuştin

Li Kobanê 16 terorîst hatine kuştin

Yekîneyên YPG`ê û YPJ`e îro pêncşemê 20 / 11 / 2014`e ragihand ku di heyama 24 demjimêrên dawî de 16 terorîst li Kobanê hatine kuştin.

Yekîneyên YPG / YPJ`e bi beyannameyekê ku PUKmedia şopand dan xuya kirin ku êrişên çeteyên rêxistina terorê DAIŞ bi ser bajarê Kobanê de ket roja xwe ya 66 û berxwedan li dijî êrişan bi qehremanî berdewam e, beyannameyê ragihand ku hêzên Kurd li bajarê Kobanê li eniya rojhilata li dijî çeteyên rêxistina terorê çalakiyek bi bandor lidarxistin, yekîneyên Kurd li bazara El-Hal û meydana Azadî êriş kirin ser bi xalên DAIŞ lê bi cih bûne û encamê de 7 terorîst kuştin.

Beyannameyê her wiha da xuya kirin ku şervanên YPG/ YPJ`e li eniya başûr jî li dijî xalên di dest çeteyên DAIŞ de êriş pêk anîn û di encamê de 9 terorîst kuştin û motorsikletek rûxandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket