Silêmaniyê.. Festîvala Gelewêj dest pê kir

kurdistani 04:39 PM - 2014-11-20
Festîvala Gelewêj dest pê kir

Festîvala Gelewêj dest pê kir

Îro pêncşemê li bajarê Silêmaniyê çalakiyên xola 18 a festîvala Gelewêj a çand û hunerê bi diruşmeya ( Şengal û Kobanê serngerên berxwedanê û asyoya azadiyê ne )  dest pê kirin.

Festival bi amadebûna hejmarek mezin ji berpirsê hikûmet û partiyan ligel hejmarek ji mêvanên biyanî, rewşenbîr û wêjevan û nivîskarên Kurd, Ereb û biyanî, dest pê kir, her wiha her yek ji cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê qubad Talebanî û berpirsê desteya kargêr ê YNK`ê Mela Bextiyar beşdarî merasîmên vekirina festîvalê bûn.

Îsla jî weku her sal wê gelek nivîskar û wêjevanên Kurd, Ereb û biyanî nivîs û berhemên beşdarî çalakiyên festîvalê bibin, festîfala ku çar rojan berdewam dike derfetê dide wêjevan û nivîskaran çi di ware wêje dibe yan çandî de dibe berhemên xwe pêşkêşkin, danûstanê dinê ligel hev bikin.

Rewşenbînin Êraqê ji aliyê xwe ve gelekî girîngiyê didin festîvala Gelawêj û çalakiyên wê, festîvala Gelawêj weku hevdîtina rewşenbînin Kurd û Ereb ligel hev dinirxînin, hevdîtina ku diyalokê di navbera mirovan de pêş dixîne, bê ku giringiyê bi de ol entîk û cudahiyên di navbera pêkhateyên Êraqê de.

PUKmedia / Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket