Karayilan: Em vedikişiyan dewleta Tirk em sekinandin

kurdistani 02:24 PM - 2014-11-20
Karayilan: Em vedikişiyan dewleta Tirk em sekinandin

Karayilan: Em vedikişiyan dewleta Tirk em sekinandin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel, Murad Karayilan libarê vekişîna hêzên gerîlayên HPG ji Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê ragihand ku ew vedikişiyan lê dewleta Tirkiyê ew sekinandin.

Di hevdîtinekê li gel rojnameya azadiya welat de Murad Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dawî li pêvajoya çareseriyê aniye û got: "Eger muzakere nebe, ev kar nameşe."

Karayilan destnîşan kir ku pêwîstî bi sekreterya, heyeta muzakereyê û heyeta çavdêriyê ku di nav de kesayetên navneteweyî jî cih bigirin, heye.
Li ser vekişîna hêzên HPG’ê jî nirxandinên girîng kir Karayilan wiha domand: “Belê niha dibêje ‘lazim e zû bikêşin’. Em dibêjin Rojbaş. Ma ne em vedikişiyan te em sekinandin. Te rola xwe pêk neanî, mecbûr me sekinand. ”

Karayilan li ser nêzîkatiyên hikûmerta Tirkiyê got: “Van berê gelê kurd pir xapandine. Niha jî serî li heman lîstikan didin. Lê êdî nikarin me bixapînin. Kes nikare Serok Apo, tevgera me û gelê me bixapîne. Lazim e êdî vê fêm bikin.”

Li dawiya axaftina xwe de cext li wê yekê kir Murad Karayilan got: “Eger dewleta Tirk were ser xeta çareseriya demokratîk em di vê mijarê de jidil in. Lê em ji lîstikên wan pir bi şik û guman in. Ji bo vê divê aliyekî sêyemîn ku bi insiyatif hebe."

PUKmedia/A.Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket