Keçeka Danîmarkî li nava rêzên YPJ`ê li Kobanê

kurdistani 12:24 PM - 2014-11-20
Keçekî Danîmarkî li nava rêzên YPJ li Kobanê

Keçekî Danîmarkî li nava rêzên YPJ li Kobanê

Liyonîs, navê serbazî yê ew keça Danîmarkî ye ku ew rêya dûr ji welatê xwe biriye û hatiye nava rêjên YPJ bo bergîrîkirina li bajarê Kobanê.

Temenê keça Danîmarkî (Liyonîs) 26-27 salî ye û xwendekarê zanîngehê bûye û ji PUKmedia`yê re dibêje: Şerkirin jib o azadî û mirovatiyê erke, çi mêrxasiyekî weha têde nîne eger ez ji ew aliyê dunyayê hatibim bo Kobanê, welatê mêrxas û qehremanan, ji bo vê jî heya dilopa dawî ya xwîna xwe ezê berevaniyê li mirovatiyê bikin.

Liyonîs dibêje: Serhildanên şerê li dijî DAIŞ li cîhanê de take cihê ku cîhan matmayî hêşt, berxwedana û bergîrîkirina bi awayekî berbiçav berxwedana kur û keçên Kobanê bûn, jib o vê jî min biryar da ez bêm nava rêzên wan û jib o ku qet nebê ez jib o mirovatiyê cane xwe feda bikim.

Liyonîs got: Dema min di rojnameyekî Danîmarkî de nûçeya xweteqandina jinekê xwend û bi taybetî dema min bi rêya Youtubê û Facebookê min dît keç û jin ji çiyayên bilind ê welatên xwe jib o berevanîkirina li welatê xwe xwe amade dikin min hest dikir ku tenê keç û jinên rasteqîne li Kobanê hene û jib o wê jî min biryar da ku ez çek hilbigrim û werim Kobanê.

Ew keça Danîmarkî amaje bi eê yekê jî dike û dibêje: Piştî serkeftina tevahî ya kobanê ez li vî bajarî dimînim û kar jibo xemrevîna zarokên Kobanê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket