Çîroka “Şîlan” biçûktirîn şervana YPJ li Kobanê

kurdistani 12:04 PM - 2014-11-20
Çîroka “Şîlan” biçûktirîn şervana YPJ li Kobanê

Çîroka “Şîlan” biçûktirîn şervana YPJ li Kobanê

Nûtirîn çîroka Şîlan Kobanê ya temen 6 salî ku biçûktirîn şervanê YPJ li gel dayîk û bavê xwe berevaniyê li axa Kobanê û Kurdistana rojava dike.

Kesûkarê Şîlan ku niha li nava Kobanê ne, bavê wê li nava YPG û dayîka wê jî li nava rêzên YPJ li dijî terorîstên DAIŞ şer dikin, bi dîtina wan jib o hêştina moreke netewayetî û parastina axa niştiman hemû berxwedanê bikin û xebatê li dijî dijminên mirovatiyê bikin.

Li bare keçika xwe dibêjin: du egerên zor mezin hebûye ku me keçika xwe li gel xwe hêşt, a yekem ew bû ku kesê me nebû em keça xwe pê bispêrin ku li nava penaberan de bê, a duyem jî: Keça me nedikarî ji me dûrkeve û dibêje ezê li gel we bimînim ji ber vê jî piraniya demê li gel me de ye li nava bajarê Kobanê, agir bi ser mede jî bibare bi ser wê de jî dibarê, tirs hebê ew jî li gel me ditirse, serkeftin jî hebê ew jî li gel mede bi serkeftinê kêfxweş dibe.

Dayîka “Şîlan”, Nesrîn Kobanê dibêje: Niha keça me li gel dengê top û fîşek û hawara şer fêrbûye, li gel giryana şehîd û xema nedîtina hevalên xwe fêrbûne, jib o wê jî ew jib o şehîdbûnê amade ye, şehîd jib o kobanê ku niha çavê hemû cîhanê li ser vê bajarî ye, wêneyê cuda li 70 salên borî dibînê, bi taybetî jî dema leşkerek li tawan û reşperest û xwînmijîm û hovîtî li tevahiya cîhanê dirust kiriye ku niha bajarê kobanê dorpêç kiriye.

Behsa wê yekê jî kir û got: Jibo vê jî li beramber ew leşkerê reşpoş, bi hezaran jin û zilam, pîr û gênc û zarok weku berbestekî mezin berxwedanê dikin û bergîrî li niştiman û şeref û kerameta xwe û mirovatiyê dikin. Bi wê wateyê şehîdbûna “Şîlan”ê aliyekî biçûke lê belê serkeftina Kobanê mezine weku serkeftina mirovahiyê ye.

Dayîk û bavê “Şîlan” li Kobanê dibêjin: Keça wan dikare teqe bike û qeheremane û li ser dengê bombardumanê û guleyan hînbûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket