Dempsî: Erkê dane min ruxandina rêjîma Sûriyê nîne belku DAIŞ e

kurdistani 11:02 AM - 2014-11-20
Dempsî: Erkê dane min ruxandina rêjîma Sûriyê nîne belku DAIŞ`e

Dempsî: Erkê dane min ruxandina rêjîma Sûriyê nîne belku DAIŞ`e

Serokerkanê Emerîka Martin Dempsî ragihand ku erkê ku spartine wî li Sûriyê ruxandina rêjîma Esed nîne, belku hilweşandina DAIŞ`ê ye .

Martin Dempsî li Waşintonê di konferanseke rojnamevanî de got: Erkê ku spartine ser mile min hilweşandina rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şam DAIŞ e  neku ruxandina rêjîma Esed e.

Dempsî ew yek jî aşkira kir ku jinavbirina DAIŞ jî bi rêya mislimanên Sunî dib edema ku DAIŞ`ê red bikin dibe. Martin Dempsî got: Tekoşîna li dijî DAIŞ ne tenê li Êraqê belku di heman de li Sûriyêye jî.

Li ser daxwaza Tirkiyê bo avakirina herêma tampon li Sûriyê jî Dempsî got: Pêşniyarên dostê xwe em berçavan re derbas dikin lê şandeke me li Tirkiyê ye ew çi biryar bidin emê li gor wê emê rengê kampanya xwe biguherin lê hîna tiştekî weha tune ye.

PUKmedia/Ajnas

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket