Li Qudisê 5 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin

kurdistani 08:09 PM - 2014-11-18
Li Qudisê 5 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin

Li Qudisê 5 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin

Li Qudisê di encama êrişekê bi ser Kinîseke cihuyan ji aliyê du Filistîniyan ve 5 Îsralî hatine kuştin û herjmarek din birîndar ketin, her wiha herdu êrişkarên Filistinî ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Du welatiyên Filistînê îro sêşemê sibê li Qudisê êriş kirin ser bi Kinîseke cihuyan û 5 kes kştin, jêderên ji Îsraîlê ragihandin ku di encama êrişê di nav de herdu êrişkar 8 kes bi giranî birîndar bûne,êrişkarên Filistînî bi kêr û bêran êrişkirin ser bi Îsraêliyan, ji aliyê xwe ve Eniya Gelêrî ya Rizariya Filistînê êriş da ser xwe û got ku herdu êrişkar endamên baskê leşkerî ya wê ne.

Êriş rastî nerazîbûn û şermezarkirina gelek welat û paytextan hat, her wiha desthilatdariya otonomî ya Filistînê jî êriş şermezar kir, ji aliyê xwe ve serok wezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyaho da xuya kirin ku dê ew bersiveke tund bidin êrişkaran.

Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî bûyerên êriş kirin ser bi leşkerên Îsraîlê li Filistînê bêtir bûne û Filistînî ji ber pêkanîn Îsraîlê bê zarên.

PUKmedia  / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket