Serdana Gora Mîrê Mîr Bedirxan li Şamê

kurdistani 06:56 PM - 2014-11-16
Serdana Gora Mîrê Mîr Bedirxan li Şamê

Serdana Gora Mîrê Mîr Bedirxan li Şamê

(Mîro! Eger welatîyên we di nav xwe de li yekîtîyeke pîroz ne gerin wê kî ji wan re lê bigere?!)
Konê Reş

Rêzdara hêja, xanima delal Solîn Hacador!
Ez ji dil û can van gotinên xwe ji cenabê te re pêşkêş dikim û her wiha spasiya wan gotinên te yên xweş derbarî min dikim û dibêjim; Bi hêvî me ku ez karibim wiha li gor dilê te û dilsoz û wefadarên gelê Kurd berdewam bikim.. Ez jî vê serdana xwe a ser gora mîrê Cizîra Botan Mîr Bedirxan û herdû neviyên wî Mîr Celadet û Rewşen xanim diyarî cenabê te dikim.
Li Şamê di quntara çiyayê Qasiyon de gora mîrê Cizîra Botan mîr (Bedirxanê Azîzî: 1802 - 1868) di bin xanîkî de di rex gora Şêx Xalidê Neqişbendî de bi cih dibe Di eynê gorê de nevîyê wî mîr Celadet Bedirxan pêre gorê parvedike Di wî xanîkî de di rex gora wan de gora Rewşen Xanim Bedirxan e.
 Di serdanekê de ji van herdu goran re ev çend gotin bi hêsrên pênûsa min hatin rêz kirin:

Erê  erê Mîrekên Botan!
Eger îro hîn di vî xanîkê ser çiyayê Qasiyon de nivistîne
bê his û deng raketîne bê guman;
hûn di bîr û baweriya gelê Kurd de zindî ne…
tevî ku ji mêj ve morîka xewê avêtiya ser çavên we
lê wek ku hûn ne mirîne,
hêjî hûn ji gelê Kurd re xwedî ne..
Mêzekin mêzekin!
Bê çawa welatîyên we, xwe li dor gora we dane hev û civîne,
Qasiyon ji xwe re kirine çiyayê (Cûdî) û (Herekolê Azîzan)
ta di mirinê de jî, çavê wan li we ye û bi hêvîne ku
di bin siya dilsozîya wede buhiştê ji xwe re pêk bînin!
Mîrekên Botan!
Tevî ku hûn ne di gorên gernas û mêran de
hatine veşartin,
dûrî Cizîrî Xanî û Memê Alan hatine raketin,
hîm û latên (Birca Belek) di nav ava (Dicle) de
hatine binavkirin..
Va îro, gora we, di nav xaka biyaniyan de
wek qublegehekê lê tê mêzandin…
Mîrekên Botan!
 Eger welatîyên we di nav xwe de
li yekîtîyeke pîroz ne gerin
wê kî ji wan re lê bigere?!
Eger li zimanê dê û bavê xwe bixwedî dernekevin
wê kî ji wan re lê bi xwedî derkeve?!
Eger di cejin Newroz û sersalan de
gurzên gula li ber serê we daneyîn in?!
wê kî deyne wê kî deyne..??

Konê Reş

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket