Bi wêne.. Demjimêra herî giranbuha bi 24 milyon dolar hate firotinê

kurdistani 01:42 PM - 2014-11-13
Demjimêra herî giranbuha bi 24 milyon hate firotinê

Demjimêra herî giranbuha bi 24 milyon hate firotinê

Li welatê Siwîsrayê demjimêra herî giranbuha li cîhanê bi 24.4 milyon dolar hate firotinê û jimara pîvanî ya cîhanî derbas kir .

Ev demjimêr ji aliyê Batîk Filîp ve demjimêra bi navê (Hinrî Xirayvir super Komblîayşin) ku di sala 1933`an de çê kiribû pêşkêşî bazirganê navdar Hirî Xirayvir kiribû.

hatiye zanîn ku Xirayvir kompaniya çêkirina demjimêran, Batîk Filîp erkdar kiribû daku demjimêrek herî giranbuha çê bike.

Çêkirina vê demjimêrê li ser destê Filîp 8 salan ajotiye ku di sala 1925`an dest bi çêkirina wê kiriye û sala 1933`an temam kiriye.

Di sala 1999 ev demjimêr bo Şêx siûd Bin Mihemed bin Elî Al Sanî yê malbata şasneşîna Qeterê bi 11 milyon dolarî hatiye firotinê.

Ev demjimêr ji 900 parçeyî pêk tê û weku muzeyîkeke hunerî ya herî pêşketî tê nasîn.

Di demjimêrê de jî nexşeyeke aasman û stêrkan bi şev derdikeve .

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket