Hevseroka PYD'ê Ebdûllah banga beşdariya li meşên Roja Kobanê kir

kurdistani 04:24 PM - 2014-10-31
Hevseroka PYD'ê Ebdûllah banga beşdariya li meşên Roja Kobanê kir

Hevseroka PYD'ê Ebdûllah banga beşdariya li meşên Roja Kobanê kir

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah, ji bo çalakî û meşên "Roja Kobanê" yên li gelemperiya cîhanê, bang li hemû gelan bi taybetî jî jinan kir ku bi xurtî beşdar bibin. Ebdûllah got, "Kombûna li dora vê berxwedanê, serketina gelan e" û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê jî berxwedan û serketina hemû gelan e.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah a li Kobanê ye, ji bo çalakiyên "1'ê Mijdarê Roja Kobanê" ku ji aliyê bi sedan rewşenbîr, nivîskar, fîlozof, xwediyên xelata aştiyê ya Nobelê hat îlankirin, banga tevlîbûneke xurt kir.
Ebdûllah diyar kir ku meşên 1'ê Mijdarê yên li gelek navendên Kurdistan û cîhanê tên lidarxistin, gaveke dîrokî ya gelên li dora Kobanê civiyane bi nav kir û destnîşan kir ku desteka watedar a heta roja îro hatiye dayîn girîng e bi van meşan û beşdariyeke xurt a li van meşan, dewam bike.
Asya Ebdûllah ragihand ku tevlîbûna li vê meşê wê tevkariyê li çanda tevgera hevpar a li dijî van êrîşên li hemberî malbate mirovahiyê bike û bi gotina "Berxwedana Kobanê berxwedana jinê ye" bang li jinan kir ku bi xurtî beşdar bibin. Ebdûllah anî ziman ku divê meşên 1'ê Mijdarê jî bi pêşengiya jinê û beşdariyeke xurt a jinê pêk werin.
'DAIŞ ÊRÎŞÎ HEMÛ NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIKE'
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah bibîr xist ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 15'ê Îlonê û vir ve li hemberî Kobanê pêk tîne, ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve ji nêz ve tên şopandin û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî kantona Kobanê ye, êrîşên li hemberî tevahiya mirovahî û nirxên mirovahiyê ne. Tevahiya rêxistin û raya giştî ya cîhanê yên Kobanê dişopînin, divê vê êrîşê di vê çarçoveyê de binirxînin."
Ebdûllah da zanîn ku berxwedana Kobanê parastina tevahiya nirxên mirovahiyê ye û destnîşan kir ku azadiya Kobanê wê rê li ber azadiya tevahiya gelên herêmê veke. Ebdûllah diyar kir ku ji ber vê yekê divê gelên herêmê xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û destekê bidin.
'DESTEKA LI DORA BERXWEDANA KOBANÊ DERKETIYE HOLÊ, GELEKÎ WATEDAR E'
Asya Ebdûllah da xuyakirin ku desteka herêmî û navneteweyî ya li dora Kobanê derketiye holê, tevkariyên gelekî erênî li berxwedanê dike û anî ziman ku desteka bi çalakiyên li Kurdistan, Ewropa û gelek navendên cîhanê tê dayîn, berxwedana YPG/YPJ û Bûrkan El Firat a 46 roj in dewam dike, mezintir kiriye.
'BEŞDARIYA LI ÇALAKIYÊN KOBANÊ PARASTINA HEMÛ NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE'
Ebdûllah anî ziman ku ew meş û çalakiyên roja Kobanê dîrokî dibînin û destnîşan kir ku gelekî watedar e berxwedana Kobanê wê di vê rojê de rengên cuda yên ji ziman, çand, komên bawerî û nêrînên cuda yên cîhanê bîne cem hev.
Ebdûllah got, "Kombûna li dora vê berxwedanê serketina gelan e" û ragihand ku berxwedana Kobanê berxwedan û serketina hemû gelan e. Ebdûllah diyar kir ku meşên roja Kobanê wê li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê bibin bersiv û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beşdariya li van meşan, li gel helwesteke însanî û demokratîk, wê bibe helwesta xwişk-biratiya gelên herêmê. Bilindkirina dengê her kesên beşdarî vê meşê bibe, wê tevkariyê li afirandina çandeke hevpar a li her şêwe êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê yên li gelemperiya cîhanê, bike. Ev ê bibe meşeke ku hêvî û bendewariyên sedsala 21'an bide sedsala azadî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan, xurt dike. Wê moral û hêzeke mezin bide berxwedana Kobanê. Em li bendê ne ku beşdariyeke gelekî xurt li van meşan bê kirin."
BANGA TAYBET LI JINAN KIR
Ebdûllah got, "Ez dixwazim bangekê li jinan û hemû rêxistinên jinan bikim" û wiha peyivî: "Berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedaneke jinê ye. Çeteya DAIŞ'ê çeteyeke dijminê jinê ye. Ev çete di kesayetiya jinê de êrîş hemû nirxên mirovahiyê dike. Li Kobanê herî zêde jin li dijî van êrîşan derketin. Jinên Kurd bi pêşengiya YPJ'ê li Kobanê nirxên azadiyê yên jinê parast. Lewma ev berxwedan herî zêde berxwedana jinê ye. Di kesayetiya Kobanê û jinên Kurd de berxwedana hemû jinên cîhanê ye. Girîng e hemû jinên cîhanê li ser vê bingehê bi taybetÎ beşdarî meşa 1'ê Mijdarê bibin û mîna berxwedana Kobanê di vê meşê de jin pêşengiyê bike."

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket