Li Stenbolê jî Roja 1ê Mijdarê birêve diçe
kurdistani 10:17 AM - 2014-10-31Li Stenbolê jî Roja 1ê Mijdarê birêve diçe
Li gor Bangawaziyeke ji ciwanên Kurd yên li Stenbolê ji bo vejandina roja cîhanî ya Kobanê ku wê roja yekê Mijdarê meşeke mezin bi beşdarbûna hemû pêkhatên li Stenbolê dest pê bike.
Her weha di wê bangawaziyê de wiha hatiye weşandin: Gelê me yê kurd ên ku li Stanbolê û tevayî ji bo ku em roja yekê Mijdarê bi roja cîhanî ya Kobanê hatiye bi navkirin hem li Kurdistan û hem li tevayî cîhanê, em bang li tevayî netewe û pêkhatên ku li Stanbolê dijîn dikin ku tevlî meşa me ya roja 1-11-2014 ku bi navê 1`ê Mijdarê tê nasîn bibin.
Di vê barê de, çalakvanê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê û endamê komîteya amadekar ya çalakiya 1`ê Mijdarê li Stenbolê Xebat Meydanî li Stenbolê ji PUKmedia`yê re ragihand ku wan weke komeke ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê û yên beşên din yên Kurdistanê dest bi amadekirina meşa 1 Mijdarê kirine ew meşa ku ji bo piştgiriya li Kobanê ku wek roja piştîvaniya Cîhanî li Kobanê ye.
Xebat Meydanî aşkire kir ku ew ji roja êrişên li dijî Kobanê pêkhatine ve, dest bi çalakiyên cur bi cur ji bo piştîvaniya Kobanê kirine û bi hezaran kes ji Stenbolê şandine ber sînorê Kobanê û navba Kobanê ji bo nîşandana piştgiriya rasteqîne li Berxwedanavanên Kobanê û ew çalakî hîn jî berd3ewamin û ew wek ciwanên Kurd wê rê nedin bi ti kes û aliyan li ser Kobanê siyaset û bazirganiyê bikin û ew xwe bi parêzvanên axa Kobanê dizanin.
Wî ciwanî çalakvan û endamê komîteya amadekar ya çalakiya meşa Stenbolê ya 1ê Mijdarê ya piştîvaniya navnetewî li Kobanê, aşkire dike ku pêwîste hemû aliyên siyasî yên Kurdî ku di nava Îtîlafa Sûrî de cih digrin li siyaseta xwe ya çewt vegerin û bila li kêleka Kobanê bisekinin û dîrok wê wan dadgeh bike ji ber ku heya niha bê helwestin û bê dengin.
Ji bo hatina pêşmerge ji Kobanê re, Meydanî nêrîna xwe da zanîn ku ew pêngav dilê hemû Kurdekî xweş kir û mew jî wek ciwanên çalakvan li Stenbolê pir kêfxweş bûne û wê bi awayekî çalak piştîvaniya xwe ji ketina pêşmerge bo nav Kobanê û alîkariya YPG`ê kirin li dijî DAIŞê meizin bidin nirxandin û ew gav bi pêngaveke netewî bi nav kir.
Her weha Meydanî di derbarê cih û dema destpêkirina çalakiya 1`ê Mijarê de, aşkire kir ku wê cihê meşê li meydanaTaksîm cada istîklalê li ber zanongeha Galatasaray despêdikê meşame denijmêr (saat) 2 nîvro dest pê bike.
Hêjayî gotinê ye ku ev çalakiya Roja 1`ê Mijdarê ya Cîhanî ji bo Kobanê ji aliyê piraniya rêxistinên sivîl û parlementerên welatên Ewrupayê û Emerîkaya Latîn ve hatiye destpêşxerîkirin û di encamê de, Roja 1`ê Mijdarê wek roja Cîhanî ya Kobanê hat bi nav kirin û wê dibê li tevahiya welatên Ewrupa û Emerîka û Asya û Rojhilatra navîn dest bi wê çalakiyê bibe û wê berxwedana Kobanê silav bikin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24