Kedarên Çapemeniyê…

kurdistani 09:55 AM - 2014-10-31
KEDKARÊN ÇAPEMENÎYÊ…

KEDKARÊN ÇAPEMENÎYÊ…

Berî hertiştî, di şexsê Kobanê û Şengalê de em êrîşên li hember destkeftiyên Kurdistanê şermezar dikin.
Em li cem gelê xwe yî Şengal û Kobanê ne,kû di encama êrîşên hovane de bûne koçber. Her wiha ciwanên şoreşger yên kû jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bibîr tînin.
Bi înkarkirina zimanê Kurdî kû li 4 parçeyên Kurdistanê, tê axaftin û polîtîqayên bişavtinê yên wekî; ne zimanek şaristanî û zanistî ye kû dihate meşandin.Di serdama înfromatîk a roja me de,em hatin heyamek wisa kû, ti wateya zanistî a înkarkirin û qedexe kirina ziman tine ye.

Zimanê Kurdî kû di encama bîrûbawerîya kû dema bi aliyê sîyasî yê qedexekirina zimanekî eleqedar dibûn û aliyê wê yê wêrankirina însanî ji nedîtîve dihatin, bi ked û bîrdoziyek mezin, di nava hewildana hebûnê de ye.

Êdî zimanê kurdî di her qada jiyanê û zanistiyê de pêş dikeve û hebûna xwe wê di raya giştî de jî bide hîs kirin.

Di mînaka Kurmancî de jî kû tê dîtin, li gel hemî qedexeyan, zimanek kû li derveyî qada raya giştî hatiye hiştin, bi berhemên xwe yên bi hunerî,zanistî û wêjeyî, hebûna xwe ya rojane berdewam dike.

Kovara me Medya Tendurîstî, bi herdû zaraveyên zimanê Kurdî, Kurmancî û Soranî û her wiha bi zimanê Tirkî kû di qada tenduristîyê de dest bi weşanê kiriye, bê emsale. Kovara me kû wê di qada tenduristîyê de xizmetî zimanê kurdî bike wê him li Bakûrê Kurdistanê û him jî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê xwendevanan ve were xwendin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket