DAIŞ Şêx eşîra Bû-Nimir revand

kurdistani 09:03 PM - 2014-10-30
DAIŞ Şêx eşîra Bû-Nimir revand

DAIŞ Şêx eşîra Bû-Nimir revand

Endamê encumena nûneran a Federal Şêx Şelan Kerîm îro pêncşemê 30 / 10 / 2014`e da xuya kirin ku çeteyên rêxistina terorê DAIŞ Şêx eşîra Bû-Nimir Şêx Hatim Ebdulrezaq El-Kiud bi tev malbatê ve revandin.

Ji aliyê xwe ve yek ji şêxên Eşîra Bû-Nimir, Neîm El-Kiud di hevpeyvînekê ligel Kanala El-Hedes da xuya kirin ku hejmarek ji endamên eşîretê ji ber çeteyên rêxistina terorê DAIŞ reviyan û pî xwas berê xwe dan  çolê, her wiha bal kişand ku çeteyên DAIŞ nêzî 40 kes ji Eşîretê revandine.

Jêderên cuda diyar kirin ku li devera Bû-Elî ya li çolê ye gorek komî hate dîtin û nêzî 200 term di gorê de hate dîtin, tê guman kirin ku ev term, termê endamên eşîra Bû-Nimre, her wiha piştî şer û pevçûn li texa El-Bekir a ser  devera Hît ve dijwar bûn, li çolê gelek term hatine dîtin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket