Hevrêzê hevpeymana navdewletî: Kobanê nakeve

kurdistani 05:29 PM - 2014-10-30
Hevrêzê hevpeymana navdewletî: Kobanê nakeve

Hevrêzê hevpeymana navdewletî: Kobanê nakeve

Hevrêzê hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina terorê DAIŞ da xuya kirin; Ew di wê baweriyê de ye ku hêzên Pêşmerge dê rêgirbin li ber ketine Kobanê.

Hevrêzê hevpeymana navdewletî Generalê Emerîkî John Alan roja çarşemê 29 / 10 / 2014`e ragihand; Hêzên pêşmerge yên ji Êraqê berê xwe dan Kobanê dê li ber ketina Kobanê rêgir bin. Alan di hevpeyvînekê de li gel kenala El-Erebiye got; Em ne di wê baweriyê de ne ku di demeke nêz de, Kobanê dê bikevine destê  DAIŞ de.

Alan pê de çû û got; Hêzên pêşmerge dê rêgir bin û nehêlin Kobanê bikeve.

Ji aliyek din ve yek ji berpirsên herêmî li ser sînorê Tirkiyê ku nexwet navê eşkere bike da xuya kirin ku duh êvarê nêzî 150 endamên artêşa azad a Sûriyê deriyê sînorê Murştpinar derbas kirin û bi tev çekên xwe berê xwe dan Kobanê, Rawanga mafê mirovan a Sûrî jî ragihand ku bi tenê 50 çekdarên artêşa azad derbas Kobanê bûne.

Her wiha fermandariya hêzên navîn ên Emerîka ragihand ku firokeyên şer rojên sêşemê û çarşemê 8 êriş bi ser baraghên DAIŞ de li Kobanê pêk anîn û di encamê de 5 baragehên rêxistina terorê rûxandin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi tev çekên xwe xaka Bakûrê Kurdistanê-Tirkiyê derbas kirin û berê xwe dan Kobanê û niha li ser sînorin, her wiha hate ragihandin ku 10 ji rayedarên hêzên pêşmerge bi mebesta hevrêziyê ligel hêzên YPG`ê pêk bînin berê xwe îro dan Kobanê, çav li rê ye hêzên pêşmerge yên bi çekên giran hatine rewşa şer li ser qadê bighurine.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket