Li Sediyê û Celewla 6 êrişên DAIŞ hatin şikandinê

kurdistani 03:02 PM - 2014-10-30
Li Sediyê û Celewla 6 êrişên DAIŞ hatin şikandinê

Li Sediyê û Celewla 6 êrişên DAIŞ hatin şikandinê

Îro 30/10/2014 danê sibê li bajaroka Sediyê û Celewla terorîstên DAIŞ şeş car êriş birin ser hêzên pêşmerge û li hemû wan êrişan de DAIŞ ji aliyê pêşmergan ve hate şikandin.

Cîgirê fermandarê hêzên pêşmerge li Germikê Mihemed Hacî Qadir ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê li herdu bajarokên Sediyê û Celewla terorîstên DAIŞ şeş caran êrişî hêzên pêşmerge kirin lê hemû êrişên wan ji aliyê pêşmergan ve hatine şiknandinê.

Got jî: Di encama wan êrişan de zêdetir li 10 terorîstên DAIŞ hatine kuştinê û ziyanên madî jî gîhandine wan û hemû tang û kelûpelên wan  ên serbazî ruxandin.

Cîgirê fermandarê hêzên pêşmerge li Germikê Mihemed Hacî Qadir ew jî ragihand ku di wan şeran de mixabin 2 pêşmerge bi qehremanî şehîd bûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket