Kobanê berxwedana sedsalê ye… Delîl Hesen

kurdistani 01:30 PM - 2014-10-30
Delîl Hesen

Delîl Hesen

Şerê Kobanê mijara herî sereke di siyaseta netewî û navnetewî de ye û di medyaya navdewletî de nûçeya sereke ye.

Berxwedana sedsalê roja xwe ya 40 derbas kiriye û li cîhanê dengvedaye û tevî hemî êrîşên hovane berdewame.

Berxwedana lehengên me li Kobanê rastiya hevkariya AKPê bi hêzên terorîst re weke Daişê û dirutiya wê ji tevahî cîhanê re derxistiye holê û hiştiye planên wan yên li dijî bercewendiyên neteweyên di rojhilata navîn de dijîn bi sernekevin.

Turkiyê bi sedema va berxwedana pîroz bê-insiyatîf maye û aciz ketiye û êdî ketiye tevliheviyekê ku hiştiye serkirdeyên wê daxwiyaniyan rast û çep bavêjin. Hema mirov dikarê bêjê şikestina Turkiyê li hemberî Ispaniya di dengdayînê de di Civata Ewlehiyê ya Navnetewî de yek ji encamên helwesta wê ji berxwedana gêlê me li Kobanê bû.

Ev berxwedana yekrêziya gelê me li pişt şervanên xwe da nîşan û hişte helwesta navdewletî li hemberî tevgera me bête guhertin. Ji her kesekî ve xwiya ye ku Rojava û Kobanê bi taybet kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û serkeftina wê weke serkeftina tevahî mirovahiyê li hemberî terorê tê binavkirin.

Lewma em dibînin di çend rojên dawî de her kesek dixwaze va serkeftinê û berxwedanê bixe milê xwe. Hêzên Kapîtalîst bi serkêşiya Emerîka tevî ku naxwazin û ji ber tune bûna hêzeke berdêl ji YPG û YPJ re neçar bûne alîkariya şervanên me bikin bi riya êrîşên esmanî da ku hinke xwe bi raya giştî re bidin qebûl kirin.

Turkiyê ta niha nikariye bi Hevkariya Navdewletî re avakirina herêmeke tampon li Rojavayê Kurdistanê bide qebûlkirin. Emerîka naxwaze Kobanê bikeve, lê ew dixwaze şer her li wir berdewam bike da ku herdû hêz( YPG û Daîş) pûç bibin û Daîş yê ku beşeke civaka Erebên Sunnî li xwe digire û hepsarê wê di destê Turkiyê de ye naçe vê ferqê.

Aliyê ku herî zêde sûd ji van êrîşên Daîşê girtiye rejîma Sûriyê ye. Tirkiyê yê ku her tim dixwast herêmên Kurdan bike navenda birêvebirina êrîşên ku rûxandina Rejîma Sûrî armac digirtin ji bo careke din meraq dike bi riya şandina Artêşa Azad û planên xwe yên kevin pêk bîne, lê ev jî xewne ji ber gelê me bi YPG û YPJ û Pê§mergeyên xwe bawer e û ew karê xwe ba§ nasdikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket