Enwer Muslim: Şervanên YPG li Kobanê bi pêşve çûne

kurdistani 01:20 PM - 2014-10-30
Enwer Muslim: Şervanên YPG li çend navçeyekê bi pêşve çûne

Enwer Muslim: Şervanên YPG li çend navçeyekê bi pêşve çûne

Serokê hikûmeta kantona Kobanê aşkira dike ku armanca terorîstên DAIŞ ewe ku navenda bajarê Kobanê dagîr bikin û ji ber wê jî êrişên xwe bo navenda bajêr xurtir kirine.

Serokê hikûmeta kantona Kobanê Enwer Muslim ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ bi berdewam di hewla dagirkirina navenda bajarê Kobanê dde ne.

Muslim got: Bi topên hawan û şandina otombêlên bombekirî êriş dikin ser navenda bajêr lê belê heya vê kêlîkê êrtişên wan ji aliyê şervanên YPG ve hatine pûç kirinê.

Got jî: Ji aliyê rojhilat û başûr ve jî êriş dikin lê belê hêzên Yekîneyên Parastina Gel bi tundî bersiva wan êrişan didin.

Enwer Muslim da zanîn ku şeva borî şervanên YPG karîne li çend navçeyan bi pêşve biçin.

Sebaret bi gihêştina hêzên pêşmerge bo Kobanê jî Enwer Muslim got: Jibo parastina hêzên pêşmerge em çi zanyariyekê belav nakin lê belê kengî hêzên pêşmerge gihêştin nava Kobanê wê demê emê jib o raya giştî ragihînin.

PUKmedia/Hozan Rustem

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket