Li Xormatuyê bombek teqiya

kurdistani 12:56 PM - 2014-10-30
Li Xormatuyê bombek teqiya

Li Xormatuyê bombek teqiya

Îro danê sibê 30/10/2014 li taxa Eskerî li qeza Xormatu li çatrêya Tikrît – Xormatu bombekî çandî teqiyaye û welatiyek şehîd bûye û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderekê ewlekariyê taybet ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro sibê li taxa Eskerî li qeza Xormatu di encama teqîna bombeke çandî de welatiyek ku karmendê tendirustiyêye şehîd bûye û 3 welatiyên dine jî birîndar bûne.

Wê jêderê got: Piştî teqînê yekser hêzên ewlekariyê gihêştine cihê rûdanê û birîndar rakirin nexweşxaneyê û lêkolîn di rûdanê de berdewamin.

Hêjayî gotinê ye ku twaneya terorîstan bo rûbirûbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê nemaye û jiber vê jî eve çend rojin çekdarên DAIŞ dest bi çandina bomban û encamdana teqînan kirine û ji ber wê welatî şehîd û birîndar dibin.

PUKmedia/Omer Xerîb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket