Arîn lı Kobanê bû Zîlan

kurdistani 07:42 PM - 2014-10-27
Arîn lı Kobanê bû Zîlan

Arîn lı Kobanê bû Zîlan

Dîlek Ozkut (Arjîn Soran) a li Kobanê li dijî DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêk anî û şehîd ket beriya du salan zewicîbû lê rêya azadiyê hilbijart û li Kobanê bû Zîlan. Dema Arjîn derbasî Kobanê bû laçika dayika xwe ya ku wefat kiribû li pişta xwe girê dabû

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê roja 42’emîn li pey xwe hişt û berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ’ê jî didome. Li hemberê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê yên pêşeroja xwe di azadiya Kobanê de dibînin jî berê xwe didin refên YPG/YPJ’ê û tevli berxwedana dîrokî dibin. Yek ji wan ciwanan jî Dîlek Ozkut (Arjîn Soran) a di 19’ê cotmeha 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî li dar xist e.

BERÎ MIRINÊ DAYIK BI BÎR ANÎ

Dîlek Ozkut a li gundê hoşgeldî yê navçeya Kopê ya Mûşê di 1990’an de ji dayik bû ji ber şert û mercên aboriyê di 4 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kirin. Ozkut a li Esenyurta Stenbolê mezin bû li vê derê Tevgera Azadiya kurd nas kir. Ozkut di nava xebatên azadiya jinan de cih girt û di 2011’an de xizmê xwe Sertaç Ozkut re zewicî. Lê ji xebatan dûr neket. Ozkut di 7’ê tîrmeha 2014’yan de têkoşîna azadiyê tercîh kir û tevli refên YPJ’ê bû. Ozkut got: “Min ji bo têkoşîna gel riya rûmetê hilbijart” û di 19’ê cotmeha 2014’an de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî li dar xist û jiyana xwe dest da. Ozkut dema çû bi xwe re laçika dayika xwe bir. Ozkutê laçika dayika xwe ya beriya 6 mehan wefat kir li pişta xwe girêda û li dijî çeteyên DAIŞ’ê dema şer dikir laçik ji pişta xwe qet venekir.

ARJÎN LI KOBANÊ BÛ ZÎLAN

Ozkut wekî Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrena 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedaî li dar xist guh neda saziya zewacê û li Kobanê nemir bû. Gotinên Kinaci yên “li hemberî polîtîkayên emperyalîzmê yên jinan dike kole, ez vî bombeyê di xwe de diteqînim û mezinbûnas hêrsa xwe nîşan bidin û dixwazim bibim sembola vejîna jinên kurd” wekî Ozkutê jî bû şîfreya çalakiya fedaîbûnê.

‘DÎLEK BÛ BÛKA KOBANÊ’

Xezûrê wê Cevdet Ozkut, Xesûya wê Nurşen Ozkut û xwîşka wê Saadet Aksu, Dîlek Ozkut vegotin. Xezûrê wê Cevdet Ozkut got: “Dîlek bû bûka Kobanê” beriya ku Dîlek ji malê veqete axaftina di navbera wan de derbas bûye wiha anî ziman: “Dema ku hevjînê wê êvarê tê malê dibîne ku deriyê malê kilîtkirî ye û mifte li erdê ye. Piştî hevjînê wê agahî da me, em derbasî malê bûn û me dît ku nîşeyek hiştiye. Di nivîsa ku hiştiye de gotiye ‘min mereq nekin, min ji bo têkoşîna gel riya rûmetê hilbijart’ dema min nivîs dît min fêm kir ku wê riya pîroz hilbijartiye.”

‘EZ BI ARJÎN SERBILIND IM’

Xezûrê wê Ozkut diyar kir ku piştî 3 mehan ji wan re telefon kiriye û gotiye ku “rewşa min pir baş e, ez li Kobanê me, perwerdeya me bi dawî bû em tevli têkoşîna şoreşê bûn, bila dilê we bi me re be, dê Kobanê bi ser keve” Xezûr Ozkut wiha got: “Di 19’ê tîrmehê de der barê şehadeta Dîlekê de telefonek hat û ev hat gotin: ‘Dîlek wekî qehremanên din bû leheng.’ Dilê hevala Arjîn ewqas mezin bû ku we her tim digot dê nebe keç, bûk û hevjîna yekî. Ew bû keça gelê xwe, bûka Kobanê.” Ozkut anî ziman ku ew bi têkoşîna wê serbilind in.

‘ARJÎN HEBIN KOBANÊ NAKEVE’

Ozkut anî ziman ku dê têkoşîna Dîlekê bidomînin û wiha berdewam kir: “Em ê ala ku wan ji bo gelê kurd rakiriye li erdê nehêlin. Rêya wê em bêhtir bi felsefeya Rêber Apo ve dan girêdan. Serkeftina Kobanê tê wateya serkeftina çar parçe Kurdistanê û azadiya rêbertiyê. Divê gelê kurd vê yekê bizanibe, heta qehremanên me yên wekî Arjînê hebin dê Kobanê nekeve.”

BOMBE LI BEDANA XWE PÊÇA

Nurşen Ozkut jî anî ziman ew ne wekî bûk û xwesû, wekî heval bûn. Ozkut da zanîn ku Dîlekê her tim rojev dişopand weşanên ku qala têkoşîna azadiya jinan dikirin dixwend û wiha berdewam kir: “Dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, wijdana wê rehet nekir û mal û hevjînê xwe hişt, berê xwe da Rojava. Dîlekê li wir bombe li bedena xwe pêça û ji bo gelê kurd xwe feda kir. Ew bû bûka gelê kurd.”

‘EZ Ê LI SER RIYA WÊ BIM’

Saadet Aksu jî anî ziman ku Dîlek piştî wefata dayika xwe bêhtir bi têkoşîna azadiyê ve hatiye girêdan û wiha berdewam kir: “Em li vir çi dikin. Li wir gel di çi halî de ye. Çima em tiştekî nakin. Her kes wêrekiya wê nîşan da, nikare nîşan bide. Ji ber ku wê mala xwe hişt û çû. Heta bijîm ez ê di rêya doza wê de bim ji destên min çi bê ez ê bikim.”

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket