Festîvala Skenderiyê ya şanoya Bûkan bi beşdarûna Kurd bi dawî bû

kurdistani 02:19 PM - 2014-10-26
ji Festîvala Skenderiyê

ji Festîvala Skenderiyê

Şandek ji Herêma Kurdistanê li Misrê beşdarî çalakiyên festival şanoya Bûkan a Skenderiyê bû.

Festival di nnavbera rojên 18-25  / 10 / 2014`e de lidarket, şanda ji Herêma Kurdistanê ji tîma Koyê bi navnîşana Hewrê beşdarî çalakiyan bû, her wiha 12 welatên cîhanê îsal beşdarî xebatên festival bûn û pêşandanên xwe pêşkêş kirin welatên weku( Misr,Cezaêr, Sudan, Sisûdiyê, Urdun, Tunês, Libnan, Kolombiya, Êrlanda, Spanya, Sirbiya, Birîtanya, Enduzya û Herêma Kurdistanê).

parêzgarê Skenderiyê Lîwa Tariq  Mihdê Şahiya vekirina festivalê de amadebû gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de silav li Kurdistan û gelê Kurdistanê kir, her wiha hejmarek ji kesayetiyên navdar li Misrê gotar pêşkêş kirin, çalakiyên festivalê li ber qiraxa deryaya Spî li qada Qîtabay  bi dengê mûzîk û hunera Misrê birêve çûn.

Di dawiya festîvalê de kesyatiyên weku mêvan û serpereştên şandên hunerî ji welatên cuda hatin xelat klirin û yek jê rojnamevan û xebatkar ragihandinê Newzad Bolis Hekîm ji Kurdistanê hate xelat kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket