Sosyal Enternasyonal: Mam Celal cîgirê rûmetê yê Serokê Sosyal Enternasyonal hilbijart

kurdistani 09:31 PM - 2014-10-25
Mam Celal cîgirê rûmetê yê Serokê Sosyal Enternasyonal hilbijart

Mam Celal cîgirê rûmetê yê Serokê Sosyal Enternasyonal hilbijart

Sosyal Enternasyonal a ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di nav de xwedî postê cîgirê seroke,  li bajarê Cinêvê piştî ku civînên Yekîtiya Parlemanterên navdewletî lidarketin, civînek lidarxist. 

Endama encumena serkideyetiya YNK`ê Ala Talebanî bi beyannayekê ku PUKmedia yê wêneyek jê wergirt da xuya kirin ku: Serokê Tevgera Sosyal Enternesyonal Liwîs Ayala bal kişand ser bi bnûnertiya YNK`ê û got: Serok Mam Celal ji bo belavkirina ramanên Sosyal Enternasyonal û girêdana nirêxên Sosyalîzmê bi nirxên Demokrasiyê re gelek kedên mezin da. Xwedî rola sereke bû di pêkanîna aştiya civakî de navbera pêkhateyên Êraqê de û pêşvebirina siyaseta Êraqê berve dadweriya civakî, ji ber vê çendê ew heq dike ku Tevgera Sosyal Enternasyonal wî weku cîgirê rûmetê yê Seroketiya Sosyal Enternasyonalê nas bike.

Ayala wiha pê de çû: Mam Celal xwedî roleke girîng bû di cîbicîkirina daxwazên rewa yên Kurdistanê de û avakirina Herêma Kurdistanê yek berhem, ked û xebatên mezin ên hêzên demokrat bûn, di serî de Serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdisanê. ji ber vê yekê Tevgera Sosyal Enternasyonal bi giştî di wê nirînê de ye ku divê Serok Celal Talenabî cîgirê rûmetê yê Seroketiya Tevger Sosyal Enternesyonal be.

Ala Talebanî ji aliyê xwe ve got: Li ser daxwaza serkirdeyên sosyal Enternasyonalê ez derbarê rewşa Kurdistanê û Êraqê de axivîm û min got; Kurd bi çalakiyên hêzên pêşmerge li dijî hêzên terorê yên tarî DAIŞ li berxwe didin û êrişên terorîstan bi ser Kurdistanê de şikandin, ev yek diyar dike çendê Kurd di rûbirûbûna li berember terorîstan û bergirî li pêkhateyên Herêmê  çi li Şengal be û deverên cuda yên  Herêmê be û xaka Êraqê  be jidilin û rijdin. 

Talebanî da xuya kirin ku Kobanê nimûneyek dine ji qehremanî û berxwenda Kurdan li bermber terorê.

Ala Talebanî wekî din bal kişand ser bi wê yekê ku Sosyal Enternasyonal ragihand ku ew weku tevger rêz li qehremaniya Kurd li bermber terorê û bergirî kirin li nirxên demokrasiyê û mafên mirovan digrin. Û ev bawernameya Sosyal Enternasyonal di diyarkirina rola dîrokî yê  sekreterê giştî ya YNK`ê serok Talebanî û rola Kurd di jinav birina DAIŞ de li deverên Herêmê û kargêriya hevbeş li gel hêzên Êraqê ji bo paqijkirina deverên cuda ji çeteyên DAIŞ,  bi şêweyekê objektîv giraniya YNK`ê di meşa gelan û tevgerên pêşverû a cîhanê de diyar û eşkere dike.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket