YPG, Otombêleke bombekirî ya DAIŞ bi wan ve teqand

kurdistani 01:15 PM - 2014-10-24
YPG otombêleke bombekirî ya DAIŞ bi wan ve teqand

YPG otombêleke bombekirî ya DAIŞ bi wan ve teqand

Hêzên YPG’ê şevê din li Kobanê bersiv da êrîşên çeteyên DAIŞ`ê û otombêleke çeteyan a bombebarkirî jî di nava wan de teqandin.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, şervanên YPG’ê duh 23/10/2014 piştî nîvro li Kaniya Kurdan a li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiya ku heta nîva şevê dom kir de, 16 çete hatin kuştin.

Li heman herêmê şevê din çeteyan hewl da ku bi otombêleke bombebarkirî êrîş pêk bînin, lê şervanên YPG’ê otombêla wan derp kir û da rawestandin.

Li kolana Şaredariyê û Qada Azadiyê yên rojhilatê Kobanê jî şervanên YPG’ê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li eniya başûr çeteyan hewl da ku bi otombêleke bombebarkirî êrîş bikin, lê şervanên YPG’ê otombêl di nava çeteyan de teqand. Di encamê de gelek çete hatin kuştin.

Li rojavayê bajar jî li derdora gundê Til Şeîr pevçûnên giran qewimîn. Hate ragihandin ku hinek cenazeyên çeteyan ketine destê YPG’ê û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket