Çîroka şervana YPJ`ê ku DAIŞ li ber çavên wê malbata wê serjê kir

kurdistani 12:28 PM - 2014-10-24
Çîroka şervana YPJ`ê ku DAIŞ li ber çavên wê malbata wê serjê kir

Çîroka şervana YPJ`ê ku DAIŞ li ber çavên wê malbata wê serjê kir

Li pêşiya çavên wê çeteyên DAIŞ'ê dayîk, xuşk û 2 birayên wê serjê kirin. Tevî trajediya ku serê wê ve hatiye dibêje: "Ez ê vegerim Kobanê. Ez xaka xwe ji çeteyan re nahêlim. Ez tola malbata xwe hilînim."

Di saetên nîvro yên roja 19'ê cotmehê de bû dema ku li maleke Bakûrê Kurdistanê me ew dît. Keçeke di destpêka temenê xwe de ye, ji ser hişê xwe çûye. Lê xuya dikir wekî ku bi diran, dest û lingên xwe şer dike. Hemû kesên li derdora wê hewl didan wê arman bikin, lê nikarîbûn.

Ez sekinîm û li rewşa vê keça di ewliya emrê xwe de ye dinêrim. Min li çîroka wê pirsî da ku em nas bikin ka gelo çi pêre derbas bûye, lê hemû kesên li wir amade bûn tiştek nizanîbûn. Ez li benda wê mam heta ku hat ser hişê xwe da ku çîroka xwe ya wê gihandiye vê rewşê ji min re bêje.

Li ruyê wê westandin xuya dike wekî ku nû ji nava şerekî mezin derketiye. Dema min jê xwest çîroka xwe ji min re bêje wê got: "Gelo Dayîk, xuşk û birayên te yên tu ji wan hez dike hene? Gelo dayîk û xuşkên te sax in? Min jêre got : "Erê hene."

Wê got: "Dayîk û xuşk û birayên min ên biçûk hebûn. Min pir ji wan hez dikir. Birayê min ê biçûk Fadil 6 salî bû hê bavê min nedîtibû û negotibû Baba (bavo). Wê hertim dipirsî 'Gelo çima hemû zarok xwedî bav in, lê bavê min tune ye." Wê dest bi girê kir û rûndikên xwe daketin.

Keça ku çîroka trajediya xwe vedibêje navê wê Delal Ezeddîn e, 23 salî ye, şervaneke YPJ'ê ye, nasnavê wê Sorxwîn e, ji gundê Ceqor ê başûrê herêma Kobanê ye. Ew di sala 2011'an tevlî Yekînekyên Parastina Jin (YPJ) bûye. Navê dayîka wê Fatîma û bavê wê jî Ezeddîn e. Bav beriya 6 salan çubû Cezaîrê. Piştî ku li wir cewizî êdî nema li wan pirsî. Du birayên wê (6  û 8 salî) tevî xuşeke biçûk ya 10 salî hene.

Şervana YPJ'ê Sorxwîn mehane serdana malbata xwe dikir û li rewşa wan dipirsî. Serdana wê ya herî dawî piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wan kir, pêk hat.

Ew zêde nayê bira wê, lê dibêje: "Ez gihiştim malê û min cilên xwe yên leşkerî guhertin. Bi dayîka xwe re axivîm. Piştî 3 saetan çete derbasî gundê me bûn. Min ku komek çete hatin hewşa mala me. Di destpêkê ji birayê min yê biçûk Fadil pirsîn 'Kes li mala we heye?', birayê min got ku tu kes tune ye. Wan jêre got ku derewan dike. Min dît kêra xwe derxistin û li pêşiya çavên min serê wî jêkirin. Wan nizanîbûn ku ez wan dibînim. Wê demê ez ji hişê xwe çûm û ketim."

Piştî ku ew ji hişê xwe çû, çeteyên DAIŞ'ê birayê wê yên din, xuşk û dayîka wê serjê kirin. Wê demê şervnaên YPG'ê destwerdan kirin da ku gund ji çeteyan biprêzin. Delal wiha anî ziman: "Dema ku gule li çeteyan hatin berdan, min çavên xwe vekir. Min dît ka çi bi dayîk, xuşk û birayê min hatiye."

Dema Delal ji min re ev gotin digotin dîsa ji hişê xwe çû. Ez dîsa li benda wê mam heta ku hişyar bibe da ku çîroka xwe dewam bike. Piştre hişyar bû û got: "Ez ditirsiyam ku çavên xwe vekim. Min wê demê hêvî dikir ku tişta bi birayê min fadil hatibe xewnek be. Dengê çeteyan bilind bibû. Wê demê YPG'ê derbeyên giran li wan da û gelek ji wan kuştin. Min çavên xwe dîsa vekirin. Lê xweziya ku min venekiribana. Min dît xuşk, dayîk û birayê min bedenên wan li aliyekî û serên wan li aliyekî din e."

Delal dema çavên xwe vedikir, ji wan dîmenan bawer nedikir û texmîn dikir ku ev xewnek be. Lê dema dît çete guleyan bi aliyê şervanên YPG'ê ve berdidin û dît ku 2 çete li pêşiya wê kuştî li erdê ne, nas kir ku ne xewn e û ev rastî ye. Bi destê xwe pencereya malê şkand û ji malê derket. Ji ber vê birînên sivik di destê wê de çêbûn.

Delal a ku 2 bira, xuşk û dayîka wê di heman demê de li pêşiya çavên wê hatine serjêkirin, wiha dibêje:"Dema ez li malê bûm, beriya ku ji pencereyê derkevim, dengê dayîka min dihat min. Wê digot 'Bireve keça min. Çeka te jî ne bi te re ye. Biçe çeka xwe bîne ji bo tu  tola me hilîne. Eger niha tu nereve tu nema dikare tola me hilîne.' Wê demê ez bi hêza bûm."

Ew bi xwe zêde nema tê bîra wê ka gelo piştre çi çêbûye. Şervanekî YPG'ê yê ji gundê wê ku beşdarî şerê parastina gund bû û birîndar bubû diyar kir ku ew derbasî gund bûn û dîtin ku cenazeya dayîk, xuşk û birayên wê li mala wan in. Ew li Delal geriya û alîkariya wê kir heta ku ew bi tirimpêlekê veguhest bajarê Kobanê û ji wir rakirin Bakûrê Kurdistanê da ku were dermankirin.

Di nava axaftinên xwe de Delal diyar kir ku ew ê vegere Kobanê û tu caran xaka Kobanê bernede. Wê got ku wê parastina Kobanê bike û tola dayîk, xuşk û birayên xwe ji çeteyan hilîne.

Wê di nava axaftinên xwe de hertim digot: "Em ê bi serkevin. Wê dijminên me têk biçin, em ê dawiya çeteyan bînin û çi dibe bila bibe em ê wan ji xaka xwe derxin."

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket