Emerîka bersiva Erdogan da: Me ji bo alîkarîkirina YPG şaşîtî nekiriye

kurdistani 12:13 PM - 2014-10-24
Emerîka bersiva Erdogan da: Me ji bo alîkarîkirina YPG şaşîtî nekiriye

Emerîka bersiva Erdogan da: Me ji bo alîkarîkirina YPG şaşîtî nekiriye

Berdevka fermî a wezareta derve a Emerîka Marî Harf ragihand ku, Emrîka şaş nebû ku bi rêya esmanî hevkariya serbazî berdaye ser şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê.

Derbarê daxuyaniya Serokkomarê Turkiye Receb Teyîb Erdogan ku gotibû: Emrîka şaşitî kiriye ku kel û pelên serbazî wek alîkarî bi rêya firokên Emerîkî berdaye ser hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê kiriye. Marî Harf ragihand ku, bi tu awayî Emerîka şaşitî nekiriye di berdana wan çek û teqemeniyên bi rêya esmanî bo şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Marî Harf aşkere kir ku, wan derî jibo şandina çekên zêdetirî bo Kurdan (şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) danexistiye û her demê ku pêwîst bibe ewê çekên din jî bidin wan.

Berdevka fermî a wezareta derve a Emerîka aşkere kir ku, berpirsên Turkiye dikarin tenê li ser xwe û arîşeyên xwe biaxifin û got: Pêşveçûnên çekdarên (DAIŞ`ê) ziyan û metirsiya wê li ser xelkê sivîl û li ser berjewendiyên hevbeş yên Turkiye û Emrîka jî heye.

Marî Harf, ew jî aşkira kir ku deriyê wan li pêş şandina çekên zêdetir bo Kurdan vekiriye û her demê pêwîst bike ewê çekên zêdetir bidin wane.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket