Polat Can: Emerîka têkîlîya xwe li ser bîngeha serkeftinên YPG datîne

kurdistani 11:56 AM - 2014-10-24
Polat Can: Emerîka têkîlîya xwe li ser bîngeha serkeftinên YPG datîne

Polat Can: Emerîka têkîlîya xwe li ser bîngeha serkeftinên YPG datîne

Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina gel YPG Polat Can ragihand ku Emerîka hêza YPG û serkeftina wê ya dijî terora DAÎŞ baş dibîne. Loma jî têkîlîya xwe li ser vê bingehê datîne.

Di hevpeyvînekê li gel dengê Emerîka de Polat Can hem li ser rewşa Kobanê, hem jî derheqa peywendîyên ligel Emerîka got: Moralê şervanên YPG li Kobanê bilindtire û di nav du rojên dawî de pirtir jî 75 endamên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şam hatine kuştin.

Can got: "Tevî ku DAIŞ bi hêzeke mezin êrîşan dikin lê şervanên me li ber xwe didin û hejmareke mezin yên çeteyan dikujin. DAÎŞ neçar dimîne ku mirîyên xwe li erdê bihele û bireve."

Can herwiha dide zanîn ku peywendîya wan ya ligel Emerîka û hêzên din yên koalîsyonê xurt e û bi ecizbûna hin dewletan ew peywendî naqede.

Polat Can got: "Emerîka hêza YPG û serkeftina wê ya dijî terora DAÎŞ baş dibîne. Loma jî têkîlîya xwe li ser vê bingehê datîne. Em bi hêvî ne ku peywendîya her du alîyan wê hîn baştir be."

PUKmedia/VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket