Rûsya yarmetiyên mirovî rêkirin Herêma Kurdistanê

kurdistani 08:55 PM - 2014-10-23
balafirek ji alîkariyên Rûsya yên mirovî gihîştin Kurdistanê

balafirek ji alîkariyên Rûsya yên mirovî gihîştin Kurdistanê

Alîkarê konsolê giştî yê Rûsya li Hewlêrê Yêvkîn Fîdîmovêtç îro pêncşemê 23 / 10 / 2014`e ragihand, Rûsya balafirek bi alîkarî û yarmetiyên mirovî barkirî rêkir Herêma Kurdistanê, her wiha diyar kir ku ew ne bawere di vê demê de ti alîkarî yan yarmetiyên leşkerî berve Herêmê ve bêne birêkirin.

Fîdîmovêtç bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê re ragihand ku; Balafirek bi yarmetî û alîkariyên mirovî barkirî ji Rûsya îro gihîşte Herêma Kurdistanê, ev alîkarî ji bo kocberên berê xwe dane Herêma Kurdistanê hate birêkirin.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket