Mela Bextiyar: Ez amademe serpereştiya hêza diçe Kobanê bikim

kurdistani 06:10 PM - 2014-10-23
Mela Bextiyar: Ez amademe serpereştiya hêza diçe Kobanê bikim

Mela Bextiyar: Ez amademe serpereştiya hêza diçe Kobanê bikim

Nivîsgeha ragihandinê yê berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar bi da xuyaniyekê amaje bi wê yekê kir ku Mela Bextiyar amadeye yekem kes be berve Kobanê biçe û eger serpereştiya ew hêza biçe Kobanê bi wî bête spartin dê gelekî kefxweş be.

Ev deqa da xuyaniyê:

Li berember ew biryara Tirkiyê daye ku rê bide hêzên pêşmerge bi haware Kobanê ve biçine û ev yek cihê spasiyê ye û ligel vê yekê seroketiya parlemantoya Kurdistanê jî biryara serok Herêma Kurdistanê pesnd kir, em xweşhaliya xwe radighînin û ji bo xelkê Kurdistanê û hemû Media û çapemanî bêtir xwedî agahî û zanyarî bine em pêwîst dibînin vê da xuyaniyê bidin:

*Roja 13 / 10 / 2014`e di civîna pênc alî de, ya di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bizûtnewa Goran, Yekgirtuwa Îsalmî û Bizûtenewa Îsalmî de li bajarê Hewlêrê birêve çû, Birêz Nêçîrvanî Barzanî ji heval Mela Bextiyar re got ku; Serokê Herêmê zor hewl dide ji bo rêkekê veke û bi ser Tirkiyê ve  Pêşmerge bi hawara Kobanê ve biçine.

Mela Bextiyar di bersiva xwe de dilxweşiya xwe derbirî û bi serbilindî ragihand û got: Ez amademe yekemîn kes bim biçe Kobanê û kêfxweş dibim eger serokê Herêma Kurdistanê rê bide min, serpereştiya hêza diçe Kobanê bikim.

Heval Mela Bextiyar niha jî weku çawa ji kenala Rûdaw re jî eşkere kir ku ev kargêrî bi hemahengiya ligel seroketiya Herêmê tê kirin, dupat jî dike ku ew zor kefxweş  dibe eger ew şeref pê bête spastin û serpereştiya hêza dişe Kobanê bike.

Ligel hêviyên serkeftinê ji bo şervanên Kobanê û berdewamkirin di piştevaniyê de

Sekreteriya ragihandina

Berpirsê desteya kargêr heval Mela Bextiyar

23 / 10 / 2014`e

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket