Berya gihêştina pêşmerge li Kobanê şer dijwartir bûye

kurdistani 02:08 PM - 2014-10-23
Berya gihêştina pêşmerge li Kobanê şer dijwartir bûye

Berya gihêştina pêşmerge li Kobanê şer dijwartir bûye

Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di 14 demjimêrên borî de di navbera şervanên YPG û terorîstên DAIŞ de şer gelekî dijwar bûye û şervanekî YPG ragihandiye ku gundê Til Şiîrê a nêzîkî bajêr ketiye destê terorîstên DAIŞ`ê.

Li meydana şer li Kobanê şervanê YPG ji PUKmedia`yê re ragihand ku şeva borî şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Kurdî û terorîstên DAIŞ gelekî dijwar bûye û terorîstên DAIŞ ji gelek qolann ve êrişî bajêr dikin û hewl didan ku bighêjin naverasta bajêr lê êrişên wan rastî berxwedana bihêz a şervanên YPG hatine.

Şervanê YPG diyar kir ku terorîstan gundê Til Şiîrê ku 5 kîlometir ji aliyê rojava ve ji bajêr dûre dagîr kirine û terorîstan çekên giran û mamnavend di êrişa Til Şiîrê de bikar anîne.

Ji aliyekî dine ve jî endamê Yekîneyên Parastina Gel da zanîn ku hêzên pêşmerge hîna negihêştine Kobanê û terorîstên DAIŞ êrişên xwe zêdetir kirine û bi vê yekê hewl didin ku rewşeke nû li bajêr ava bikin berya ku pêşmerge bighêjin Kobanê. Lê teqez kir ku şervanên YPG bi qehremanî li berxwe didin û nahêlin terorîst berve navenda bajêr bi pêşve werin.

 PUKmedia/Fayêq Yezîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket