Onder: Em dikarin di 6 mehan de pêvajoya aştiyê temam bikin

kurdistani 12:40 PM - 2014-10-23
Onder: Em dikarin di 6 mehan de pêvajoya aştiyê temam bikin

Onder: Em dikarin di 6 mehan de pêvajoya aştiyê temam bikin

Parlemanter û endamê şanda Partiya Democrat a Gelan a HDP  ragihandiye ku sekreteriyeke ji pênc kesan bo serokê zîndankirî yên Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan dê bê avakirin.

Bi gotina Sirî Surye Onder ku di çavpêkeftinekê de li gel televizyona CNN a Tirkî de ragihandiye ku ew sekreteriya ji endamên şanda Îmralî (Perwîn Buldan û Idrîs Balukan û Sirî Sureye Onder, her weha dibe ku Xetîb Dîcle tevî jinekê ji tevgera jinan) jî bibe endamê sekreteriyayê.

Di çavpêkeftinê de Sirî Sureye Onder ragihand ku: Çê dibe di heftiya bê de ew sekreterya dest bi karê xwe bike û di heftiyê de 3 ta 4 caran ew sekreterya serdana Îmraliyê bikin.

Sebaret bi pêvajoya aştiyê li Tirkiyê jî Onder ragihand ku ger muzakere bidomin di 5-6 mehan wate heya meha adara bê de tevî danîna çekan pêvajoya aştiyê bi temamî bi encamp dibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket